Tunebûna şîvê jiyanek tefand
Rojana di jiyana insanan de bûyerên gelek nexeweş û tehl çêdibin. Yek ji van bûyera li Farqînê çêbû. Babekî, berpirsê malbata xwe bi destê xwe dawî li jiyana xwe anî. Hacî Oruc kesek zewicî û babê 4 zarokan bû. Tu karê wî tunebî. Wî piraniya caran hinek parêz yan jî fêkî datiniyan ser arebana xwe ya dest û li kolanan diforota. Eger carê dest ve bihata karên din jî dikir. Rojane edara mala xwe dikir.
Lê rojek ji roja meha Remezanê derket û tu karek nekir, êvarî destvale vegeriya mala xwe, lê ji tunehiyê jina wî tu xwarin ji bo fitarê çenekirîbû. Ji jina xwe pirsî ewê bi çi bifitirin? Şîv çiye? Bersiva jina wî dayî ew di cih de cemidant. Jine gote; şîv tuneye, tiştek tinebû ku ez şîvê çêbikim.
Hacî Oruc deng nekir, çû yek bi yek zarokên xwe maç kir û ew li ber singê xwe ve şidandin. Piştre derbasî aliyê din yê malê bû. Qederekî tu deng ji Hacî nehat. Dema jina wî lê gera dît ku Hacî benek avêtiyê gerdena xwe û xwe xeniqandiye. Wijdana hacî, taqeta wî tunehiya şîva remezanê ranekir û bi destê xwe dawî li jiyana xwe anî.
Hacî babê 4 jarokan bû,zarokên wî; 11, 7, 5 û 1 salîne. Jina wî temenê 37 saliye û xeberek jî bi zimanê Tirkî nizane. Piştî vêî bûyerê şeredariya Farqînê hinek arîkarî da malbata Hacî Oruc.
Rojane dezgehên hukumetê û şeredariyê, taybetê di meha Remezanê de arîkariya hevwelatiyan dikin. Lê dixweyê herkes arîkariya layangirên xwe dikin. Li Farqînê di vê demê de, mirina Hacî Oruc, ji bo hukumetê, ji bo şeredariyê û ji bo civatê bûyerek rûreşe.