Wezîra bazirganiyê ya Îmaratê gihişte Hewlêrê
Îro xatûn Lubna Qasimî wezîra bazirganiya derve ya Mîrgehên Yakgirtiyên Erebî (Îmarat) bi serokatiya şandeyake berpirs, sermayedar û bazirganên îmaratî bi serdaneke fermî gehiştin herêma Kurdistanê û li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Sînan Çelebî wezîrê industrî yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û Hêriş Miherim serokê konseya berhemanînê û sefîrê Îmrat yê li Îraqê ve hat pêşwazî kirin.
Di dîdareke kurt de, wezîra bazirganiya derve ya Mîrgehên Yakgirtiyên Erebî ji çapemeniyê re got ku ew gelek bi serdanan herêma Kurdistanê kêfxweş e û wê hêvî kir ku di pêşerojê de têkeliyên aborî û bazirganî zêdetir di nevbare Îmrat, Îraq û herêma Kurdistanê de pêşbikevin.
Weketê zanîn duhî di daxuyaniyekê de Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve di daxuyaniyekê de got bû ku dê wezîra bazirganiya Îmaratê serdnan herêma Kurdistanê bike û dê beşdariyê di konferensa bazirganiya Îmarat û herêma Kurdistanê de bike.