Hevpeyvîn

Wezîr Ergûn: Dewlet çima fêrî kurdî nebû

Wezîr Ergûn: Dewlet çima fêrî kurdî nebû

Wezîr Ergûn, helwesta dewletê rexne kir û pirsî: Gelo dewlet çima hinekî be jî fêrî Kurdî nebû?

Wezîrê zanist, pişesazî û teknolojiyê Nîhat Ergûn, başdarî kongra serokatiya bajarê Agirî yê AKPê bû û qala tiştên balkêş kir. Ergûn got:

,Pir caran tê gotin, me nikaribû tirkî fêrî hemwelatiyên xwe bikin. Fêr nebû an me nikaribû fêr bikin, ew mijareke din e. Pekî îmkanên dewletê jî tinebûn ku hinekî fêrî kurdî bibe. Em bêjin derfetên hemwelatiyan tinebûn, kêmbûn, çiyî dewletêyî kêmbû? Walî hinekî fêr bibûya, Qaymeqam hinekî fêr bibûya, berî tayinderxistina bijîşk û mamosteyan me hinekî kurdî fêrî wankira û bişanda wê hîn baştir xizmet û pêwendî bi hemwelatiyan re pêk bianîna. 

Nîhat Ergûn got:

Careke din hîn ku ez nehatime Agirî, ez ê hinek peyvên kurdî fêr bibim û werim. Li gundekî kurdan ez fêrî çend peyvan bûm, weke; Xwedê ji te razî be, çawayî, başî

 

 Araf/Rojevakurd

Back to top button