Gerîlayê berê bû serokdewlet
Gerîlayê berê bû Serokdewlet
Li Tîmora Rojhilat, roja sêşemiyê di tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê de, gerîlayê berê û fermandarê artêşê serket û bû serokê dewletê.
Li gorî encamên ne teqez, gerîlayê berê Jose Maria de Vasconcelos, raqibê xwe bi ferqeke pir paş xwe hişt û bû serokdewlet. Bi navê xwe yê gerîlatiyê “Taur Matan Ruak” di hilnbijartinan de ji sedî 61 deng girt û reqîbê wî serokê berê yê parlementoyê Francisco Gutteres ku, di hilbijartinê de sedî 38 deng girt, şûnda hişt û serketina xwe îlan kir. Vansconcelos, mamosteyekî berê ye û ji malbateke xizan tê. Dema gerîlabû nasnavê wî, Taur Matan Ruak, wateye ev navî jî “çavên qul dike” ye. Bi dehan salan li daristanan gerîlatiya Tîmora Rojhilat kir. Ruak, di nav gerîlayên dij artêşa Endonezya têdikoşin de bû. Piştî 24 salan, bi piştevaniya gel, bû fermandarê artêşê û heta sala 2011 an jî ev peywira bi cih anî.
Tîmora Rojhilat, 20ê gûlana 2000 an de, li hemberî Endonezya, serxwebûna xwe qezenç kir. Li Asya di nav dewletên herî xizan de ye.
Araf/Rojevakurd