Polîtîk

Barzanî digel berpirsên kovar, radyo, televîzyon û rojnameyan civiya.

Duhî, yekşemiyê 22.04.2012 li Selahedînê  Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê digel rêvebir û berpirsên rojname, kovar, radyo û televîzyonên Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de serok Barzanî pîrozbahiya 114 saliya salvegera rojnamevaniya kurdî li amedevanan û hemû rojnamevanan pîroz kir. Paşî serok Barzanî di peyva xwe de got:

Bi minasebeta vê roja pîroz (114saliya rojnamevaniya kurdî) û her wiha vegerana min bo Kurdistanê ji serdana çend welatên derve,  min pêxweşbû li nêzîk ve digel we yên birêz kombibim û bi giştî behsa serdana xwe ya ji bo derveyê welat, pêvajoya niha ya Iraq û Kurdistan û navçeyê bikin û guh bidim nêrîn, têbînî û pêşniyarên we. 

Li dor serdana xwe ya bo Amerîkayê serok Barzanî got: 

Serokayetiya Amerîkayê digel îraqeke demokratîk, federal, firehî û yekgirtî ye. Rayedarên Amerîkayê heman demê tekez li wê yekê kir ku, ew pabendin bi beramber Herêma Kurdistanê û sebaret bi rewşa navxweyiya Iraqê jî, amerîkî dibêjin ku,  guhertin di çarçoveya destûra Iraqê da karek asayî ye.

Sebaret bi Tirkiyeyê serok Barzanî got: 

Civîn û hevdîtinên me yên bi serokwezîr û serokkomarê Tirkiyeyê re gelek erênî bûn û di nava wan civînan de çendîn babetên sereke weke; rewşa peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de û rewşa Sûriye, kêşeyên navxweyî yên Tirkiyeyê û meseleya PKKê jî hatin nîqaşkirin.

Di derbarê kêşeya PKKê de jî me bi eşkere ji Tirkiyeyê re gotiye ku, em bi ti awayî piştgîriya şer nakin û ti kêşeyek jî bi şer nayê çareserkirin, lê eger hunê bixwazin bi rêya aştî kêşeya han çareser bikin vê demê em jî dikarin hevkariya we bikin.

Sebaret bi pêvajoya niha ya Iraqê serok Barzanî got:

Sebaret kêşeyên vê dawiyê dîtin û nêrînên cûda cûda xistine rû bi taybetî piştî peyama min ya ji bo cejna Newrozê, Di derbarê rewşa Îraqê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, piştî peyama xwe ya Newrozê hinek alî diyar kirin ku, qaşo min qirîz çê kiriye, ev aliyên han şaşin jiber ku, min behsa qirîzekî kiriye ku, ti kesek behsa vê nedekir û min qirîz çê nekiriye.Şeş sal soz dane me lê yek ji wan sozan nehatin cîhbicîhkirin û ev rewşa han jî ji aliyê me ve nayê pejrandin.

Di wan rojan de dest bi şewir li gel Serokkomar, aliyên siyasî yên Kurdistan û Îraqê dikin daku, bizanibin ka di paşerojê de vê emê bigehêjin kûderê.

Piştî bi dawî hatina gotara serok Barzanî beşdarwanan çendîn pirs pêşkêşî serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî besifa wan pirsan da.

Back to top button