Civak

Wezereta navxwe kiryara PKK-ê şermezar dike

Dawiya sala bûrî çekdarên PKK-ê li devera Zaxo 3 kesan digrin. Heta heyvekî tiştek ji van kesên girtî nayê zanîn. Piştî heyvekî termê kesek ji wayên girtî ku ji aliyê PKK-ê ve hatî kuştin tê dîtin û her du kesên din jî tên berdan. Wezareta Navxweyî vê bûyerê şermezar dike û radihîne kû ji bo vê bûyerê komîteyeke lêkolînê hatiye pêkanîn û li hemberî wan kesên ku ev bûyer kirîn dê rêyên yasayî bêne karanîn.


Daxşyaniya wezereta navxwe:

Di roja 29.12.2011-ê de, sê hemwelatî yên bi navê MûsaYûnisAbdûl, Mihmede Şehwan Nemet Mihemed û Samî Mihmed Tahir nişteciyên Batûfa ji aliyê çekdarên PKK ve li devera Zaxo hatine girtin û heta 27.1/.2012 bê serûşn bûn û di roja 29.1.2012-ê termê hemwelati yê bi navê Musa Yunis Abdûla xelkê Zaxo kûştî hate dîtin, her dû hemwelatiyên din jî di 27.1.2012 hatin berdan.

Em di wezareta navxweya hukûmeta Herêma Kurdistanê van cure kirdarên weha ji aliyê çekdarên PKK ve hatîn encamdan şermezar dikin ku wan li dijî hemwelatiyên sivîl yên deverê ku ev kirdarekî ne yasayîye û dûre ji perensîb û nirxên mafên mirovan.

Di heman demê de, komîteyeke taybet bo lêkolînê ser vê bûyerê bike hatiye amadekirin, da kû dûvdeçûnê li ser bike û derheqê wan kesên kû bi vî karî rabûne rêwuşiwênên yasay yên pêwîst bên wergiritn.

Wekî din rê nadin ku hîç kesek û aliyek xwe bike di cihê dadgehê de û birayara girtin û kuştina hemwelatiyan cêbecê bike. Herêma Kurdistanê herêmekî arame û li gorî sîstema yasayî û dadweriyê bi rêve diçe, biryara dawî jî tenê ya dadgehê û serweriya yasayê ye.

12.02.2012
Wezareta Navxwe

 

Back to top button