Kultur

Îslamî ji bo Ey Reqîb ranebûn ser piyan

Îro (11.02.2012) li salona Mîdya ya Hewlêr 33salvegera şoreşa Îranê hat kirin. Di dema xwendina sîroda neteweyî ya kurdî ‘Ey Reqîb’ de endamên serkirdayetiya Komela Îslamî ya Kurdistanê ranebûn ser piyan, lê dema sîroda Îranê hat xwendin, rabûn ser piyan.

Endamê serkirdayetiya Komela Îslamiya Kurdistanê Hesen Babekir di wê merasîmê de amade bû û ji bo sîroda Îranê rabû ser piyê xwe, lê dema sîroda kurdî ‘Ey Reqîb’ hat xwendin, rûniştin. Babekir di wê derbarê de ji Rûdawê re got:

Ev demeke me helwesta xwe ya derbarê sîroda Ey Reqîb de eşkere kiriye, çi tişta ligel me negunce, em napejirînin. Gelek rexne li ser Ey Reqîb jî hene û ligel me nagunce.

Hesen Babekir wiha dirêjî da axaftinên xwe:

Ey Reqîb sîrodek taybet bi kurdan e, niha li Herêma Kurdistanê hinek neteweyên din jî hene û pêwîstiya me bi sîrodekî nîştîmanî heye.

 Babekir diyar kir ku hinek rexneyên din jî li Ey Reqîb hene û wiha got:

Di sîroda Ey Reqîb de tê gotin, ‘Maye qewmê kurd zeman’ em jî dibêjin; belê em hene û tiştên me yên pir mezin jî hene. Lê sîrodeke û qasî bêjî cihê rexneyan e.

Hesen Babekir di dawiya daxuyaniya xwe de derbarê rabûna ji ber sîroda Îranê jî got:

Ez bawer nakim sîroda Îranê berevajî me û gelê wan be, ji ber vê jî em rabûn ser piyan.

Back to top button