
Li daxuyaniyeke Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê de hatiye belav kirin ku piştî çendîn mehan rexsandina derfetek ji bo nûkirin û bapendbûna kompanyayan bi rênimayiyên Wezareta Tendirûstiyê û agahdar kirina wan ji aliyê Wezaretê ve li dûyemîn qonaxa reform û çaksaziya warê derman û pêdiviyên pizîşkî de, ji ber pabend nebûna rênimayiyan û pêverên nû yên mûhlet nûkirinê biryara girtin û ragirtina kar û çalakiyên 33 kompanyayên derman û pêdiviyên pizîşkiyên li Herêma Kurdistanê hate dayîn.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê radigihîne ev biryar palpişte bi biryarên Serokayetiya Encumena Wezîran taybet bi çaksaziya warê derman û pêdiviyên pizîşkî û her wiha nivîsa Serokayetiya Dawakariya Giştî.
Wezareta Tendirustiya Kurdistanê balê dikşîne li ser wê yekê ku ev biryar li roja derçûnê ve tê bicîhkirin û hîç kar û çalakiyek li gel wan kompanyayan nayê encamdan.