Civak

Wezareta Pêşmerge: Êrîşa DAIŞê hat têkbirin!

Wezareta Pêşmerge  ragihand ku, li sînorê Guleco ya Germiyanê çekdarên DAIŞê êrişî ser fewceke lîwaya sê ya Pêşmergeyan kir û ew êrişa DAIŞê hat têk birin û bersiva êrîşa DAIŞê hatiye dayîn.

Di daxwuyaniyê da hatiye aşkerekirin ew baweriyê didin xelkê Kurdistanê ku hêza Pêşmerge di amadebaşiyeka temam daye bo parastina xelkê Kurdistanê û jinavbirina terorê û terorîstan.

Herwiha di Wezareta Pêşmerge amaje bi wê yekê jî kiriye ku wan çendîn caran li ser dûbare bihêzbûna û serhildana DAIŞê hişyarî daye hevpeymaniya navdewletî û ew êrîşên DAIŞê li çend cihên ciyawaz ew hişyariyên wan piştrast dikin.

Wezareta Pêşmerge di dawiya daxuyaniyê jî daxwaza alîkarî,piştgirî û hemahengiya zêdetir ji hevpeymaniya navdewletî kiriye bo bi dawîkirina terorîstên rêxistina DAIŞê.

Back to top button