Wezareta navxwe: Rewşa bajarên Kurdistanê aram e
Li ser rewşa emniyeta herêma Kurdistanê û rewşa bereyên şerê pêşmegeyên Kurdistanê li dijî terorîstan, wezareta karê navxwe ya hikûmeta Kurdistanê di peyamekê de xelkê herêma Kurdistanê dilrehet dike ku, rewşa bajarên herêma Kurdistanê aram e.
Wezareta navxwe di daxuyaniya xwe de dibêje ku, Kurdistan ketiye jêr êrîşên terorîstan û bi mêrane bergiriyê ji xwe dike, bi piştevaniya Xwedayê mezin û hîmet û xweragiriya hevwelatiyan û canfîdayîya pêşmergeyên qehreman dê dijmin û neyar têkbişkên û serketin bo gelê Kurdistanê dibe:
– Di vê rewşê de daxwazê ji gişt hevwelatiyên birêz dikîn molara wan bilin be û xweragir bin. Dijmin li piraniya eniyên şer gorzên kojek xwarine û direve. Em hevwelatiyên birêz ji wê yekê dilrehet dikin ku, dijmin lawaz e, morala wî nemaye û ew hêz û hijmara nîne ku, bikare gefan li bajaran bike.
Wezareta navxwe daxwaz dike ku, hemû alî bawerî bi xwe û bi hêza pêşmerge û saziyên Asayîşê hebe û kes guh nede piropagende û şerê deruniyê dijmin û serketin gelek nêzîke.