Cîhan
Bangewazî
Bangewazî:
Ji bo hemî bijîjk û nojdarên kurd yên li Elmaniya û Euro,
ji bo Komela dr. ên kurd li Elmaniya e.V,
Bijîjk û nojdarên kurd, îro ji hemî rojan giringtir e, ku hun bi hawara kesûkarên xwe yên ji Şengal û Zummarê, di encama êrîşên DAIŞ ê, derbeder bûne û di rewşeke zor zor xerab de ne. Ez bawr im we bangawazî Tendurustiya parêzgeha Duhokê, rêzdar Dr. Nizar di media de bihîst, ku ev rewş zêdeyî hêza wan e..
Ez vê Bagawaziyê bo hemî bijîjk û nojdarên û dermangerên kurd, ku bi daneheva dermanan bikin û berê xwe bidin Kurdistan û digel rêvebiriya tendurustiya Duhokê, hemahengiyekê bikin, da bikaribin bi baştirîn şêwe xizmetê li derbederan bikin.
05.08.2014
Tengezar Marînî