Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Bila hevwelatî dilrehet bin terorîst dê bişkên

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di peyamekê de bo gelê Kurdistanê  radigehîne ku, hêzên pêşmerge ber bi pêş ve diçin û bi timamî terorîstan têkşikandine û pêwîst nake xelkê Kurdistanê bitirse.

Ev li jêr teksta peyama serokwezîrê Kurdistanê:

Peyamek bo gelê Kurdistanê

Em gelê Kurdistanê yê ezîz û xweragir dilrehet dikin ku, li Şingalê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê li eniya şer ber bi pêş ve diçin û herwesa, li eniya Celewla  û Mexmurê jî çekdarên terorîstên DAÎŞ hatine têkşkandin.

Hihûmeta herêma Kurdistanê bi bawerbûn bi hêza pêşmergeyê Kurdistanê sozê dide hemû gelê Kurdistanê ku, rê ji terorîstan re nade axa pîroza Kurdistanê pîs bikin û pêşkeftina jiyanê li Kurdistanê rawestînin.

Daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikîn ku, bi tu awayî netirsin û bi aramî li cîyên xwe bimîn in û berdewamiyê bi  kar û jiyana xwe ya normal bidin.

Em sozê didin gelê Kurdistanê ku, bi destek polayîn li terorîstan bidîn û ew tirsa li ser gelê Kurdistanê û deverê jî heye nehêlîn. Divê me hemûyan bawerî bi pêşmerge hebe û piştevaniya pêşmerge bikîn.

Daxwazê ji hemû xelkê Kurdistanê û gêncên Kurdistanê dikim ku, morala wan hertim bilind be, divê me hemûyan bawerî bi doza xwe ya adil hebe, em niha bergiriyê ji axa pîroza Kurdistanê dikin li hember hêzeke terorîstiya dagîrker, ji bo vê jî moralbilndî pêwîst e, bi tyabetî ku, terorîst li ber dirbên pêşmergeyê Kurdistanê ketîne lavlava jinavçûnê, ji ber hindê daxwazê ji hemû xelkê Kurdistanê dikim moral bilind û aram bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

06.08.2014


Back to top button