Dosya

Li Şelalat jî şer li dijî DAÎŞê germ e

Ev du rojên çekdarên rêxistina terorîst a bi navê DAÎŞ êrîşan dike ser çeperên pêşmergeyê Kurdistanê daku, Bendava Mûsil bixe bindestê xwe, lê pêşmergeyê Kurdistanê bi dijwarî bersiva wan êrîşna didin û li gor agahiyan û, li gor Ismet Receb berpirsê liqa 14 a Mûsilê ya PDKê, hemû êrîşên DAÎŞ şikestine, gelek ziyan dane û pêşmerge heta taxê Tehrîr li kêleka Mûsilê çûne,

Şelalat bi tenê çend kîlometroyekan ji Mûsilê dûre û çeperê pêşiyê yê pêşmergeyên Kurdistanbê ye.

Bendava Mûsil, ji sala 2003ê ve dibin kontrola pêşmergeyî de ye û ew bendav mezintirîn bendava Îraqê ye û di Rojhilata Navîn de bendava çaremîn e. Bendava Mûsil av û elektirîka 5 wîlayetên Îraqê dabîn dike.

Back to top button