Pêşmergeyê Kurdistanê gihişte çiyayê Şingalê

Hêzeke mezin ya pêşmergeyê Kurdistanê gihişte çiyayê Şingalê û niha lêdixebitin wan koçberên kurdên êzidî  ku, ji ber êrîşên terorîstên DAÎŞê  li çiyayê Şingalê asê kiribû, debasî deverên aram û azadkirî bikin.

Serbest Babîrî endamê yedekê serkirdayetiya PDK ê bi telefonê ji Rudawê re got: Ez niha li kêleka mezarê şêx Şerefedîn telefonê dikim û hêzeke mezin ya pêşmergeyê Kurdistanê li çiyayê Şingalê ye û xwe amde dikin ku, êrîşî Şingalê bikin û ji destên çekdarên DAÎŞ rizgar bikin.

Li gor agahiyan yekem hêza gihiştiye çiyayê Şingalê hêzên pêşmergeyên Kurdistabnê bûn û niha lêdixebitin ji aliyekî koçberan bigihînên cîyek azad û ji aliyek din xwe ji bo êrîşa ser Şingalê amade dikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: