D.X.B. bi firokeyan alîkarî digihîne çiyayê Şengalê
Bi mebesta bi lez alîkarîkirina wan malbatên koçberên xwe spartine çiyayê Şengalê û ji xizmetguzariyên jiyanê veqetîne û rûbirûyê karesata mirovî bûne, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Desteya Mafê Mirov ya Herêma Kurdistanê li rêya firokeyên barhilgir ve çaremîn karwana hawar hatinê ku ji xwarin û vexwarinê û şîrê zarokan ku ji 40 ton pêkhatibû gihandin koçberên çiyayê Şengalê.
Bi sedema tehdîdên grupên çekdarên Da’îş ve hejmarekî zêdeyê malbatên runiştvanê Şengalê xwe spartin çiyayê Şengalê û çend rojeke kêşeya xwarin û ava vexwarinê û pêdiviyên seretayiyên wan yê jiyanê heye, ji bo wê yekê li yekem roja koçberbûna wan de tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi gihandina komek û hevkarî û pêdiviyên seretayî yên jiyanê ji bo wan destpêkir.
Di derbarê çawayiya gihandin û komkirina alîkarî û hevkariyên cûr bi cûr ji bo koçberên çiyayê Şengalê, Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo kanalên ragihandinê axivî û got: Piştî wê yekê ku zanyarî gihîştin me Desteya Mafê Mirov û Serokayetiya Parlemena Kurdistanê li rêya firokê ve hevkarî ji bo koçberên çiyayê Şengalê dişîne, me peywendiyê bi wan rêzdaran ve kir û me amadehiya xwe nîşan da ji bo hevkarîkirina wan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî çawa destê hevkariyê gihandiye koçberên komelgeha Şarya, Xankê, Sihêlê, Şêxan û Lalîşê bi heman awayî jî hevkariyê bigihîne koçberên çiyayê Şengalê. Li dirêjahiya axaftina xwe de Musa Ehmed balkişand li ser wê yekê ku bi lezgînî alîkarîkirina wan malbatên li koçberên çiyayê Şengalê li rojên derbasbûyî komek kelupelê xwerek û pêdiviyên ji bo koçberên çiyayê Şengalê dabînkir, îro jî me karî li rêya firokeya barhilgirve dehan cûre xorek û pêdivî û avê vexwarinê û nan û şerbet û kincikê zarokan û pîskivît û şîr û şuşeşîrê zarokan û dehan pêdiviyên din ji bo wan hatiye amadekirin û li rêya firokxaneya navdewletiya Hewlêrê Firokeyekî barhilgirê Iraqî ve alîkarî û hevkariyan dişînin. Musa Ehmed balkişand li ser wê yekê ku ji bilî wê yekê ku hêvî dixwazîn bi zûtirîn dem penaber vegerin cihên bab û bapîrên xwe û jiyana bi bo wan bê asayî kirin, wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hevkarîkirina hemû penaberên birayên Êzîdî yên li ciheke Kurdistanê de nîştecîh bibûn berdewam dibîn, heta wê demê ku vedigerin ser mal û zêdên xwe.