Polîtîk

Wezareta derve ya Almanyayê: Em rewşa Îraq û Kurdistanê dişopîn in

Di çarçoveya beşdarîkirin di konferensa Munchen li Almanyayê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 16.02.2018ê, digel şandeyeke wezareta derve ya Almanyayê a bi serokatiya Walter Lender sekreterê dewletê li wezareta derva ku, niha karêbarên wezîrê derve yê Almanyayê birêve dibe, civiyan û çend pirs û mijarên aktuel di rojeva herêmî, Îraq û Kurdistanê de nirxandin.Di civînê de, Linder kêfxweşiya xwe bi dîdra bi Serowkezîrê Herêma Kurdistanê re nîşan de û got ku ew rewşa herêmî bi giştî û rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî, têkeliyên navbera Bexda û Hewlêrê û hilbijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê dişopîn in û kar û xebatên komîteyên hevbeşên navbera Hewlêr û Bexdayê, yên ji bo çareserkirina pir sgirêkan hatîne pêkanîn, bilind nirxandin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên berdewam yên Almanyayê, yên di ware mirovî û leşkerî de, ji bo Herêma Kurdistanê kir û careke din tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze hemû pirsgirêkan bi hikûmeta Îraqa Federal re çareser bike û hêvî xwest ku diyaloga cidîtir û berfirehtir li ser bingeha destûra Îraqê di navbera her du aliyan de dest pê bike û bigihin encamekê baş, û di çarçoveyê de, rola civaka navdewletî bi pêwîst zanî. Serowkezîrê Kurdistanê diyar kir ku Herêma Kurdistanê dê beşdariyê di hilbijartinên Îraqê de bike.Qnaxa piştî DAÎŞê, pirsa koçber û penaberên destê terorê ku li Herêma Kurdistanê hatine hewandin, dabînkirina emniyet û xizmetgozariyê ji hevwelatiyan re û avadankirina wan deverên ji ber şer hatine wêran kirin çend mijarên din yên civînê bûn

Back to top button