Cîhan

Wezareta Derve: Firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyeyê guncav e.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bi daxuyaniyeke fermî ji Kongreyê re şand û diyar kir ku firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyeyê guncav e. Kongre piştî ragihandina fermî 15 roj maweya nirxandin û îtîrazê heye. Ger di vê heyamê de îtîraz neyê kirin, dê firotin biqede.

Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan di 26ê Çileyê de protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê pejirand. Ji ber vê yekê çavê hemûyan ber bi pêvajoya ku dê li ser xeta Washington-Enqere bimeşe bû.
Senatorê Demokrat Ben Cardin ku di Senatoya Amerîkayê de di warê têkiliyên derve de kesayeta herî payebilind e, îro derbarê endamtiya Swêdê ya NATOyê û firotina F-16an ji bo Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Cardin bi bîr xist ku berê jî gotibû ku firotina F-16an a ji bo Tirkiyeyê bi erêkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê ya ji aliyê Enqereyê va girêdayî ye û destnîşan kir ku ew ji ber ku ev şert niha pêk hatiye kêfxweş e.

Senatorê Amerîkî diyar kir ku hê jî hin fikarên wî li ser siyaseta derve ya Tirkiyê hene, lê ew hêvîdar e ku hevdîtinên di navbera rêveberiya Biden û Enqerê de bi awayekî erênî û çêker pêş bikeve.

Piştî daxuyaniya Cardin, demekî, Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê teblîxata xwe ya fermî ji Kongreyê ra şand û diyar kir ku firotina F-16an ji bo Tirkiyeyê guncav e.

Back to top button