Polîtîk
CHPê berbijêrê xwe yê Diyarbekirê eşkere kir
CHPê piştî civîna Meclisa Partiya xwe hinek berbijêrên şeredariya eşkere kir. Eve demeke di nava CHPê de pirsgirêka hilbijartina berbijêrên şeredariya rûdabû. Herî dawî doh Meclisa Partiyê civiya hinek berbijêrên xwe eşkere kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhittin Böcek, li Şaredariya Bajarê Mezin a Denizliyê Bulent Nurî Çavuşoglu, li Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Cafer Pekdemir, li Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Atlîhan Atîla, li Şaredariya Bajarê Mezin a Muglayê Ahmet Aras, li Şaredariya Bajarê Mezin Wanê Şukru Şahar destnîşan kir.
Li navçeya Bağlar a Amedê Mustafa Akyuz, li navçeya Kayapinar Canan Demîr, li navçeya Bismilê Abdurrahim Sönmez, li navçeya Çinarê Halit Kaya û li navçeya Licê jî Siddik Bayram.