Polîtîk

Nabe li Iraqê gurubên milîs hebin!

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li Hewlêrê beşdarî rewrisma Roja Niştimanî ya Hindistanê bû , Dizeyî li ser rojeva siyasî daxûyaniyek da.

Dizeyî behsa êrîşa Îranê ya li ser mala karsezê Kurd kir,ku di vê êrîşê de zarok jin û karsazê Kurd jiyana xwe ji destdabû. Dizeyî got: “Ev êriş hovane ne û êrişî xelkê sivîl ê Kurdistanê tê kirin. Beyî ku hincetek hebe maleke sivîlan hat armanckirin.”

Rojnemevanekî ji Dizeyî pirsî:“Gelo heke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî biryara vekişînê bidin, dê ev yek li Îraqê bibe sedema pirsigirêkên ewlehiyê?

Dizeyî bersiva xwe de got: “Heta niha tiştekî wiha ne li rojevê ye. Çarçoveyeke diyar a mana hêzên biyanî heye.

Berdewamiya axavtina xwe de Dizeyî got: “Divê em zanibin ku zû yan dereng dê hêzên biyanî ji Îraqê derkevin lê dive ev vekişîn di çarçoveyeke guncav de be. Vekişîneke ji nişka ve ti sûdê nagihîne herêmê. Hîn jî metirsiya DAIŞê heye, Amerîka û Ewropa jî baş dizanin.”

Back to top button