CîhanFlaş

Wezareta Bergiriya Tirkiye: Ji entegrasyonê pêve tir rê li pêşiya we tuneye..!

Wezareta Bergiriya Tirkiye ragihand ku ew pêvajoya entegrasyonê ya ku bi peyman û agirbesta meha borî di navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dest pê kirî bi baldarî dişopîne. Wezaretê diyar kir ku divê pêvajo zû biqede û got, “Em pêşketinên li ser erdê bi baldarî dişopînin û hemî tedbîrên pêwîst li gorî berjewendiyên welatê xwe digirin.” Di vî warî de, Wezeretê peyamek ji HSD re şand û got, “Em ji were dibêjin û tînin bîra we ku, ji bilî entegrasyonê ku avahiya yekgirtî ya Sûriyeyê û prensîba yek dewlet, yek artêş xurt dike, îhtîmalek din tune.”

Wezareta Bergiriya Tirkiye civîna xwe ya heftane ya agahdarkirinê li dar xist. Piştî civînê berdevkê wezaretê bahsa naveroka civînê kir.

Beşek axvtina berdevkê wezaretê wehaye:

“HSD ti vebijarkek din tune”
“Em hêvî dikin ku pêvajoya entegrasyonê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSD de zû biqede, û em pêşketinên li ser erdê ji nêz ve dişopînin û hemî tedbîrên pêwîst li gorî berjewendiyên welatê xwe digirin. Em ji wan re dibêjin ku, ji bilî ku entegrasyon bi awayekî ku avahiya yekgirtî ya Sûriyeyê û prensîba yek dewlet, yek artêş xurt bike, vebijarkek din tune.”

Back to top button