
Daxuyaniya Hevdîtina Wezîrê Berevaniyê Lloyd J. Austin III bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Nêçîrvan Barzanî re.
Îro li Hewlêrê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd J. Austin III bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Nêçîrvan Barzanî re civiya û hevkariyên Amerîkayê yên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûpat kirin.
Wî tekezî li ser pabendbûna Amerîka bo Herêma Kurdistana Iraqê ya ewle, aram û bextewar wek beşek ji Iraqa federal kir. Wezîr Austin pêzanînên xwe ji bo alîkariyên qehremanane yên Pêşmerge di operasyonên têkbirina DAIŞê de nîşan da. Herwiha tekez kir, ku hêzên Amerîkî li ser vexwendina hikûmeta Iraqê li Iraqê dimînin, ji bo şêwirmendî, alîkarîkirin û îmkankirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê û di nav wan de Pêşmerge, ji bo misogerkirina şikestina berdewam ya DAIŞê.
Serkirdeyan tekezî li ser giringiya pabendbûna Wezareta Pêşmerge ji bo pêşdebirina yekrêzî û pîşeyîkirina hêzên xwe bi piştevaniya Amerîka kirin, ku di rêkeftina lihevkirinê ya di navbera Wezareta Berevaniyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin. Serkirdeyan her wiha gefên li ser aramiya Herêma Kurdistana Iraqê jî gotûbêj kirin.
Wezîr Austin her wiha derfeta serdana xwe ya li gel Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî hebû û pêzanînên xwe ji bo alîkariyên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û rê li ber pêşketina Herêma Kurdistana Iraqê ya bi ewle, aram û geş kir.