Heval, nas û dostên birêz, ezê zahf dilxweș bim, gava hûn jî bikaribin li goriya derfet, bîranîn û zanîna xwe bersiva van pirsên ku min bi zimanê Tirkî û Kurdî li ser wate, wext û cejna Xidir Eylas û Xidir Nebî birêzkirine bi min ra parvebikin! Pirsên li ser wate, wext û cejna Xidir Eylas û Xidir Nebî 1. Hûn dikarin di destpêke de xwe bidine nasandin û bibêjin ka hûn ji kîjanherêma Kurdistanê ne?2. Di nav zargotina we de wateya Nebî anjî Xidir(Hızır) Nebî çiye?3. Di herêma we de kengî cejna Xidir Eylas û Xidir Nebî tê pîrozkirin?4. Hûn dizanin ka, Xidir Eylas û Xidir Nebî di nav dinya yê de bi kîjan șiklîdigerin?5. Di herêma we de kîjan merivî, kengî û çend rojan rojî ji bo Xidir Eylas û XidirNebî digirtin?6. Di herêma we de di wextê rojiyên Xidir Eylas û Xidir Nebî de nanê xêramiriyan dihate derdixistin?7. Di herêma we de meriv di roja îda Xidir Eylas û Xidir Nebî de bi taybetîdiçûne cejna kesên ku di nav sale de merivên wan çûbûne ber rahma Xwedê ûhezinî bûn?8. Hûn dizanin çima di herêma we de meriv di êvara pênçșema cejna Xidir Eliyasde deriyê mala xwe ne digirtin?9. Hûn dizanin çima meriv di nav wextê rojiyên Xidir Eylas û Xidir Nebî de șûștinabi sabûnê bikar ne dikirin?10. Di herêma we de di pênçșema êvara roja îda Xidir Eylas de kesi dolîdan/qirdik–Kal û pîrik çedikirin û li nav malan digeriyan?11. Di herêma we de çima di pênçșema êvara roja îda Xidir Eylas de Totika Șor(jiqelatik, pêxûn) ji bo ciwanên xwe yên ne zewicîbûn ra çedikirin?12. Di herêma we de di pênçșema êvara roja îda Xidir Eylas de, çi çêdikirin ûbikaribin nîșana ku Xidir Eylas hatiye buye mêvanê mala wan bivînin?13. Hûn dizanin çima jinênên di gundê we de, di berbanga roja îda Xidir Eylas de,zû di çûne ser kaniya ava di gund de û av dianîn?14. Hûn dizanin çima pêșiyan, di wextê rojî û roja cejna Xidir Eylas û Xidir Nebî deçûna nêçîrê û serbir kirin ne dixwastin?15. Hûn dizanin çima cotkaran di roja cejna Xidir Eylas û Xidir Nebî de hinekpêxûn dibirin li nav zeviyên xwe de di reșandin?Kemal TolanBerhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdiyatiyê 18.02.2016
Pêş
20/01/2025
Nabe kesek di rêya yekrêziya rojavayê Kurdistanê de bibibe asteng
17/01/2025
Li rojavayê Kurdistanê yekrêziya Kurda çarenûsiye
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Heyeta İmralî û pirsgirêka DEM ê!11/01/2025