Hukumeta Kurdistanê êrîşên teroristî li Tirkiye şermezar dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişên terorîstî li Tirkiya şermezar dike ku roja 17 -2-2016 bi awayekê hovane Enqereya paytext kire armanc. Em zêdebarê xuyakirina hev xemiya xwe digel Komar û Hikûmet û gelên Tirkiye, behî û serxweşiyê ji xizim û kes û karên qurbanyan dikin û hêviya başbûnê bo brîndaran dxwazin.Êrişa terorîstî nîşanda ku bi hêzkirina bereya dijî terorê erkê bi lezê hemû hêzên deverî û navdewletî ye û berhngar bûnê terorê pêwîstî bi hev ahengî û alîkariya hemû aliyekê heye, bo vê yekê teror bi timamî bihê şkandin û metrsiya wê li ser deverê û mrovatiyê nemîne.Em li Herêma Kurdistanê ji hemû kesê pitir hest bi êş û azarên kiryarên hovaneyên terorîstan dikin, ji ber ku em li sinorekê dûr û drêj berhingarê terorîstan bûne û bo vê yekê jî me bi hezaran şehîd û brîndar dane.Careka din em hev xemî û behî û serxweşiyê ji Serokomar û Hikûmet û gelên Tirkiya dikin.Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê18-2-2016