Nivîsar

Wesîqeya Medîneyê çi ye ne çi ye?

 

 Şefîk Pêşeng

1392 sal piştî îmzekirina wê, Wesîqeya Medîneyê kete rojeva miletê Kurd û ji bo çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê û herweha ji bo pêwendiyên gel û grûbên etnîkî û dînî yên Kurdistanê, weke referans tê minaqeşekirin.

Di ser Wesîqeya Medîneyê re nêzî 1400 sal derbasbûne. Rewşenbîrên tirk di destpêka salên 1990î de ev wesîqe û modela li ser bajardewleta Medîneyê avabû, minaqeşekirin û bi çend minaqeşeyên navbera Ali Bulaç, Abdurrahman Dilipak, Ahmet Insel û mesele hate jibîrkirin. Niha ev mijara dîsa ji nişka ve kete rojeva me. Baş e! Gelo bi rastî jî Wesîqeya Medîneyê dikare ji bo pirsên millî û miletên welatên wan dagirkirî bibe referans?

Ji bo em karibin bersîveke bisihet, divê em li dîrokê vegerin û him vê peymanê, him şert û mercên vê peymanê û lê ya girîng li aqîbeta vê peymanê binêrin. Hemû alimên îsalmî di wê bawerî û qenaetê de ne ku Wesîqeyeke di navbera nişteciyên Medîneyê û Muslimanên mihajir, hatiye îmzekirin heye, navê wê Wesîqeya Medîneyê ye û encameke koça Muslimanan ji bajarê Mekkeyê ye. Divê bê destnîşankirin ku hin alim wê weka Peymana Medîneyê û hin jî weka destûra bingehîn ya dewleta Îslamê binav dikin.

Tê zanîn ku Pêxemberê Muslimanan Muhammed û kesên pê bawer di sala 622yan de ji sebebê zordariya! ser wan û tirsa kuştina Muhammed, ji Mekkeyê dertên û piştî konaxa li çend cîh û deveran tên li bajarê Medîneyê bicîh dibin. Dema Muhammed û Muslimanên pê bawer li Medîneyê bicîh dibin, Medîne bajarekî neorganîzekirî ye. Hin eşîrên cihû û hin eşîrên ereb ku ne Cihû û ne jî Musliman in li bajêr û derûdora bajêr dijîn.

Ji bo girîngî yan negiringiya vê peymanê bê fêmkirin, pêwistî bi berbiçavkirina rewşa sosayal ya demê û konjektura wê demê heye. Muhammed di sala 610an de dibe Pêxember, yan jî Pêxember tê îlan dike. Heta roja ji Mekkeyê koç dike hijmara kesên bûne Musliman û bawerî pê anîne, çend sed kesên. Alimên Îslamê vê yekê bi zordariya li ser Muslimanan îzah dikin. Bileksê bajarê Medîneyê, Mekke bajarekî organîzekirî, bajardewlet û li Nîvgirava Erebîstanê navneda bazirganiyê ye.

Çaxê Muhammed û Muslimanên pê re tên li Medîneyê bicîh dibin, li Medîneyê otorîteyeke bikaribe bajêr bi rêve bibe, midaxaleyîşerên eşîran bike, bingeha jiyanake sosyal û hevbeş li bajêr îqame bike û bajêr ji êrîşên ji derve biparêze nîne. Dîsa şerê navbera êşîrên ereb û yên cihû, lê her weha yên Erban xwe bi xwe û yên Cihûyan xwe bi xwe, şert û mercên tifaqa eşîran jî ji holê radikir. Dîroknasên bi vê meselê eleqedar dibin di wê baweriyê de ne ku şerê navbera qebîle û eşîrên Medîneyê 120 sal ajotine û dînamîkên bajêr yên aborî û civakî heder kirine. Bi gotineke din; Di navbera Mekke û Medîneyê de ji aliyê siyasî, civakî, aborî, çandî û sosyal ferqiyetên mezin hebûn û û ev ferq ji bo Muslimanan dibûn sebebên şert û mercên nû û musaîd.[1]

Ev rewşa bajêr bala Muhammed dikşîne û Muhammed weke civaknasekî bi tespîta, nifûsa bajêr û hijmara nifûsa qebîle û êşîrên bajêr dest bi xebatê dike. Li gorî encama hijmara nifûsê di sala 622yan de li Medîneyê 10 hizar kes dijîn. Ji wan 4000 Cihû, 4500 Erebên ne Cihû û ne jî Musliman ku ji wan re Muşrîk hatiye gotin û 1500 Musliman dijîn. Muhammed ji tecrubeyên Mekkeyê, yên îdarî, bazirganî û sosyal sûd werdigre û midaxaleyî rewşê dike. Ji jinên Muhammed, Ayşe ku çavkaniya gelek Hedîsan tê qebûlkirin, bi vê rewşê girêdayî weha dibêje: ” Şerê nevbera qebîleyên Yewm û Buasê– ku her du jî qebîleyên Medîneyî ne- diyariyeke Xwedê ji bo Qasidê wî Muhammed e. Çaxê Resûlê Xwedê hat -Medîneyê, ehlê Medîneyê- grûb, grûb parçe bibûn, serkêşên wan yan hatibûn kuştin yan jî birîndar bibûn![2]

Agahiyên di derheqê bajêr destnîşan dikin ku li bajêr sê civakên sosyal hene: Erebên ne Cihû û ne Musliman di pirrayiyê de ne lê jihevketî ne. Cihû duyemîn beşa civakî ye, lê bi şer û qayişê, dînamîkên xwe lwaz kirine. Bi nifûsa xwe beşa herî kêm Muslimanên. Pirrayiya Muslimanan mihacirên Mekkê û Hebşîstanê ne. Lê him ji bo rewşa wan ya taybet, şuxilkar in, bo şuxlê xwe bimeşînin ji lihevhatinan re amade ne û cirxweş in. Li aliyê dinê xwedîbawerî ne, bawermendê dînekî nû ne û bi heyecan û enerjî ne. Lê avantaja civaka musliman ya herî mezin û kêrhatî hebûna Rêberekî ye. Li gel Cihû û Erebên Muşrîk jihevketî ne û baweriya kesî bi kesî nayê, Muhammed ji aliyê hemû Muslimanan Rêber û weke Qasidê Xwedê hatiye qebûlkirin. Ev yek him ji bo jiyaneke hevbeş ya civaka musliman û him jî ji bo bicîhanîna biryarên sosyal û civakî di nava civaka musliman de, avantajeke mezin e.

Çavkaniyên Wesîqeya Medîneyê

Muhammed, ji bo dawîanîna vê rewşa xirab ya Medîneyê û pêkanîna hevkariyeke navbera qebîle, eşîr û grûbên dînî û -bi qenaate min ya girîngtirîn û belavkirina dînê Îslamê û amadekirina bingeha dewleteke îslamî- li mala serokeşîr Enes B. Malîk bi serkêş û serokên qebîle û eşîran hevdîtinekê pêk tîne.[3]Nayê zanîn bê çend hevdîtin pêk hatine lê di encamê de derbarê sibêroja bajêr, paraztina bajêr, bêşer çareserkirina pirsên navbera qebîle û eşîren û naskirin û qebûlkirina hebûna grûbên dînî, liehvhatinek ku paşê jê re Wesîqeya Medînêyê jê re hatiye gotin, çêdibe.

Lê weke îro tê îdîakirin ne diyardeyên derbarê naverok û derbarê xalên vê wesîqayê ne zelal in. Çavkaniyên derheqê vê wesîqayê jî hedîs in. Naxwazim rastî û nerastiya hedîsan minaqeşe bikim., Lê hejayî gotinê ye ku gelek caran alimên îslamî ji nezelalî û nexurtbûna hedîsan gazin dikin.

Jiber ku di dema nû ya Îslamê de qeyd û protokol nehatiye bikaranîn, pirrayiyek zêde ya bûyerên demê, bi hedîsan têne piştraskirin. Lê lazime bê gotin ku, hedîsek bikaribe ji devê mazûbanê hevdîtinê Enes B. Malîkî, çêbûn û naveroka vê peymanê, îsbat bike tune ye. Di vê derbarê de hedîsbêjer xwe dispêrên rîvayetan. Rîvayetek heye ku mazûban Enes ji hedsîbêjerek bi navê Asim re gotiye: Pêxember li mala min ya Medîneyê di navbera Qûreyş û Ensar de peymanek îmze kir![4]

Ensar ji Muslimanên bi eslê xwe Medîneyî ne, tê gotin. Lê li Medîneyê Qûreyşiyên ne Musliman jî hene. Muhtemel e ku bi gotina Qûreyş, jiber Muhammed bi xwe jî Qûreyşî bû, qesd Muslimanên mihacir bin. Rîvayeta jêr jî vê yekê piştrast dike.

Ji du vebêjerên hedîsên derheqê vê wesîqayê Îbn Îshakî dema behsa wê dike tu senedan destnîşan nake. Yê duyem Ibn Haseme bi vê senedê rîvayet dike: ” Ji me re, Ahmed Bîn Cennab Eb û`l Welîd, jî wî re jî Îsa Bîn Yunus, ji wî re jî Kesîr Bîn Abdillah Bîn Amr El Mûzenî, ji wî re jî bavê wî, ji bavê wî re jî kalê wî behs kiriye ku: < Resûlê Xwedê di nevbera Ensar û Mihaciran de belgeyek nivisand!>” [5]

Herweha derheqê forma vê peymanê jî agahiyên newekahev hene. Hedîsên ku vê wesîqayê weke metnek dûz didin jî hene û yên wê xal, bi xal didin jî. Yên tenê behsa destnîşankirina pêwendiyên navbera Ensar û mihaciran dikin jî hene, yên tenê behsa pêwendiyên navbera qebîl û eşîran dikin jî. Divê bal bê kişandin ku di berhemên Îbn Hîşam û Ebû Ubeyd de ku herdu jî weka alimên îslamî têne qebûlkirin, metn dûz in. Di berhema Julius Wellhausen ya bi navê Skizzen und Vorarbeiten de weke ku peyman ji 46 xalan, di berhemên Prof. Muhammed Hamidullah de behsa 52 xalan tê kirin.[6]

Profesor Dr. Mustafa K.Yilmazê ku Peymana Medîneyê weka yekemîn Qanûna Esasî ya dewleta îslamî binav dike, behsa 47 xalan dike. [7]Profesor Dr. Saîd Botî, lawê Seydayê Remezan Botî, ku yek ji alimên Îslamê dihate qebûlkirin û sala bohirî li Şamê, bi êrîşeke bombeyî hate kuştin, di xebata doktoraya xwe de behsa vê wesîkayê dike û tevî destnîşankirina ku xalên wê ji 13an bêtir in 13 xalan, xal bi xal di xebata xwe de şîrove dike. Ji van 13 xalan 9 xal bingeha pêwendiyên navbera Muslimanên Kureyşî û Yesrîbî, tarîf dikin. Xala yekê ku îdîayên îro bêrih dike weha ye: ”Muslimanên Qûreyşî û Yesribî, yên bi wan girêdayî û tevî wan bûne, yên li kêleka wan şer dikin; Ji civakek û ummetek ji însanên dinê cihê ne.”[8]Ji van 13 xalan jî yek, xala 9. behsa hebûna Cihûtiyê û Muslimantiyê dike û pêwendiyên wan weha destnîşan dike: ” Cihûyên Lawên Avf, wê tevî mumînan-Muslimanan – civakekê pêk bînin. Wê Cihû li ser dînê xwe, Musliman li ser dînê xwe bin. Welew ku yek ji wan zilm yan jî xirabiyekê bike, wê -tenê- xwe û malbata xwe têxe talukeyê.”[9]

Di destpêka metn de ku paşê weke xala yekê hatiye binavkirin, terefên peymanê weha binav dike: ” Bismillâhirrahmânirrahîm. (1) Ev kitêb (nivîs), ji aliyê Pêxember Muhammed ji bo Mûmmînên Kureyşî û Yesribî Muslimanan û kesên tabiî wan û dîsa kesên paşê îltihaqî wan kirine û li gel wan cîhadê dikin, hatiye tenzîmkirin (2) Ev kes ji însanên dinê cihê, ummetekê (camîayekê) pêk tînin.” [10]

Pirrayiya xalên dinê yê vê wesîqayê awa û şêweya pêwendiyên navbera Musilmanên Mihacir û Ensar, awa û şêweya pêwendiyên qebîle, eşîr û bavikan yên navxwe destnîşan dikin. Mijara ku di her tarîfa pêwnediyan de heye, dana fîdyeya xwînê û fîdyeya hêsîra ye. Di çend xalan de jî tê destnîşankirin ku her qebîle, eşîr û bavik ji sînorên xwe mesûl in û wê mesrefên beşdariya şerekî hevbeş, bi xwe bidin. [11]

Dîsa li ser hev tevî hijmar, dubareyan û îzahatên werger temamê metna vê wesîqayê- ya Tirkî-ji 1388 peyvan pêk tê yanî bi dirêjayiya meqaleyekê ye û metn xwe di cîhnan de weke kitêb, di cîhnan de weke rûpel û di hinek cîhan de jî weke nivîs, binav dike.[12]

Lê li gel hemû nezelaliyan, diyardeyên ku mutabeqatek yan jî lihevhatineke di sala koçberiya Muslimanan ji Mekkeyê, di navbera qebîle, eşîr û û bi yatbet jî di navbera Muslimanên mihacir û yên Medîneyî çêbûye û ev lihevhatin bi pêşengiya Pêxemberê Muslimanan Muhammed, pêk hatiye, hene.

Encamên Wesîqeya Medîneyê

Rûdanên piştî koça ji Mekkeyê çûna Medîneyê û Peymana Medîneyê berbiçav dikin ku Wesîqeya Medîneyê herî zêde bikêrî Muslimanan hatiye. Muslimanên ji Mekkeyê koç kirin û ji xwe re li cîh û warekî digeriyan, bi riza Medîneyiyan li vî bajarî bicîh û war bûn. Erê Kabehebû lê Kabe ne îbadetxaneyeke taybet ya Muslimanan bû, Musliman cara pêşî li vî bajarî bûn xwedî îbadetxaneyek taybet û Muhammed êdî eşkere banga îmananîna bi Îslamiyetê kir. Bi bicîhbûna li Medîneyê û xweparaztina hebûna Îslamê û şert û mercên beleavkirina Îslamê kamiltir bûn. Musliman bi koça ji Mekkeyê û bi bicîhbûna li Medîneyê bûn xwedî welatek û derfeta damezrandina dewleteke îslamî. Jiber vê yekê alimên Îslamê, Medîneyê welatê yekemîn welatê Îslamê – Dar-î Îslam- binav dikin.[13]

Alimên Îslamê qedrek didin vê wesîqayê. Bi qenaeta min heke jiber rêlibervekirina berfirehbûna Îslamê ev qedr bê dayin, heta derceyekê ev yek rast û di cîh de ye. Lê wê binavkirina weka destûra bingehîn ya bersîva pirsên dewrana me, mibalexe ye.

Herçi 12 sal di ser pêxemberiya Muhammed re derbasbûye, li Mekkeyê, Taifê û Hebeşîstanê hijmara kesê bawerî bi Îslamê anîne ne di ser hezarî re ne. Di sala ku ev wesîqe hatiye îmezkirin, Muhammed tevî Muslimanên dinê Muhacir e. Di eslê xwe de koça ji Mekkeyê û bicîhbûna li Medîneyê û paşê bi peymanekê mîsogerkirina hebûna civaka Musliman, hamle û hewldanên berfirehkirina Îslamê ne. Ji vî sebebî ye ku Prof. Dr.Said Ramazan Botî pozisyona Muhammed ya wê demê ji Nebîtiyê wêdetir weka serokekî siyasî binav dike.[14]

Gelo Îslam dikare ji bo pirsên siyasî, civakî û millî yên dema me bibe referans bersîv?

Siyaseta İslama demê ya derheqê Şer û aşitiyê de, cîh ji şik û gumanê re nahêle ku Civaka Musliman ne li gorî peyman, prensîb û norman lê li gorî hêzbûn û fersendan tevgeriyaye. Caîziya şer ne li ser heq û neheqiyê, li ser bihêzkirin yan jî nebihêzkirina dewleta îslamî hatiye danîn.[15]Çaxê Muhammed û Musliman li Medîneyê bicîh dibin tirsa wan ev e ku Kureyşî li pê wan werin û bi alîkariya Kureyşiyên Medîneyê wan ji Medîneyê derxînin. Ev yek nebû, lê piştî vê peymanê bi du salan, di 624an de Musliman dibin sebebê Şerê Bed(î)rê. Ev şerê ku alimên Îslamê di binavkirin û rewabûna sebebê wê de zehmetî dikşînin, rêbirîn û hewldana şêlandina kerwanekî Bazirganiyê ye. Her çi dîroka Îslamê, Ebû Sufyan weka xwediyê kerwan binav dike û destdirêjiya malê wî rewa dibîne jî di eslê xwe de, karwan ne tenê malê Ebû Sufyan e û hemû malbatên Mekkeyê di vê bazirganiyê de xwedîpar in.[16]Gelek eşkere ye ku şerê Bedrê ne şerekî xweparaztinê bû. Bedr deverek di navbera Mekke û Medîneyê de ye û rêya karwanên bazirganiyê yên ku ji Mekkeyê diçûn Şam û Bexdayê û dihatin, di wir de derbas dibû. Ji sebeb -ku muhtemelen-diltengiya ji vî şerî ji Civaka Musliman, paşê Wehiyên vî şerî rewa dibînin tên. Şerek bi vî awayî, di her dema dîrokê de û li her devera dinyayê, wekaşêlandin û mucribiyê tê binakirin. Bi baweriya min, wehî di gelek bûyeran de objektîvîteya alimên Îslamê difetisînin û ev jî dîlemaya wan e.

Dîroka Îslamê bi sedan nimûneyan zelal dike ku; Hişkbûnû nermbûna Îslamê, sînorên tehamul û bêtehamuliya wê, ne li ser pîvan û prensîba, li ser bihêzbûn yan ne bêhêzbûnê hatiye avakirin. Li gorî dem û dewranên karkterên wan bi hêzabûn yan nebihêzbûna Muslimanan hatina taînkirin konax û pengavên Îslamê hene. Dewranên Îslamiyetê ji aliyê alimên Îslamê û li gorî van xusûsiyetan weha tên binavkirin:

Dewra banga bidizî

Dewra bêyîşer lê banga eşkere û bi devkî

Dewra şer û banga bi devkî

Dewra banga eşkere û bi herkesê ku bang li wan hatiye kirin û lê nebûne Musliman reşerekî eşkere. Ev dewr, weka dewra Cîhadê jî tê binavkirin.[17]

Bi kurtayî: Dewra banga bidîzî, salên destpêkê ne. Dewra bêyî şer banga eşkere û bi devkî herdu salên piştî koça ji Mekkeyê ne. Dewra şer û banga bi devkî, ji sala sisyan yan bicîhbûna li Medînêeyê dest pê dike. Dewra banga eşkere û bi herkesê ku bang li wan hatiye kirin û lê nebûne Musliman re şerekî eşkere ku weka dewra Cîhadê jî tê binavkirin, dewra bihêzbûn û dewletbûna Îslamê ye.

Alimên Îslamê li ser giringiya Wesîqeya Medîneyê radiwestin lê, li ser bidawîbûna wê û sebebên bidawîbûna wê pirr ranawestin. Ji xwe na pirsên, bê kengî û çima dawî li vê peymanê hat. Ne pirr, çar sal piştî vê peymanê, bi îdîaya ku Cihûyek bi navê Amr bin Cahhaş El Nadîrî xwestiye li Kûbayê Muhammed bikuje, Muhammed fermana derxsitina temamê Cihûyan ji Medîneyê dide. Her malabateke Cihû ku Medîneyê diterîkîne, dikare bi qasî barê ku deveyek dikare rahêje, mal bi xwe re bibe û hemû mal, xênî û mulkên xwe dihêle û diçe. Mal, xênî û baxçe û erdên Cihûyan li Mihaciran tên parvekirin. Ji Msulimanên Medîneyê tenê du malbat ji malên Cihûyan par werdigrin.[18]

Li gorî jêder Dr. Said El-Botî hadîseya hewldana kuştina Pêxember weha ye: Muhammed, ji sebebê kuştina du Cihûyên -ji aliyê Muslimanan- hatine kuştin, diçe Kûbayê da ku mesela dîyeta xwîna wan bi ehlê wan re biaxive. Çaxê ew û çend Cihû li ber dîwarê xêniyê Cihûyekê rûniştî dipeyvin Muhammed bi lez ji wê bidûr dikeve û paşê jî dibêje Cebraîlew agahdar kiriye ku Cihûyekî plan kiriye wî bikuje.[19]

Profesor Dr. Saîd Botî sebebê têkçûna vê peymanê weha binav dike: ” Bi rastî jî ev belge, îşareta edaleta destanî ya Resulullahî ya hemberî Cihûya ye. Ku zilm, entrîqa û hîlekariya di ruhiyeta Cihûyan de, serdest nebûya, mumkin bû ev peymana navbera Musliman û Cihûyan fêqî bida. Lê hê demeke kurt di ser vê peymanaê de derbas bibû ku Cihû ji hin xalên vê belgeyê nerihet bûn…. Li ser vê yekê jî bi heqsizî û xiyanetê li dijî Resûlullah û Muslimanan xebitîn.” [20]

Cihûyên ku deriyê xwe ji Musliman re vekirin, di erd û baxçeyên xwe de şuxil dan Muslimanan, di keşeyên navbera wan û Musliman de hakimiya Muhammedî qebûlkirin, piştî çar salan bi fermana Muhammed, bêyî bikaribin xanî, mal û milkên xwe bifroşin, ji cîhûwarên xwe hatin qewirandin. Li gel di xala 9.ya Peymana Medîneyê de ev yek hatibû teahutkirin :” Welew ku yek ji wan- ji Musliman yan ji Cihûyan, yan ji Muşrîkan- zilm yan jî xirabiyekê bike, wê -tenê- xwe û malbata xwe têxe talukeyê” , hemû civaka Cihû bi kirareyeke ne îspatkirî ya Cihûyê bi navê Amr bin Cahhaş El Nadîrî, ku Cebraîl wê deşîfre dike!, berpirs tê qebûlkirin û tê sirgûnkirin. Lê li gorî vê xalê – welew ku bi rastî jî Cihûyekî xwestiba Muhammed bikuje- diviya ne hemû Cihû, ew kesê teşebus kiribye berpirsê kiryara xwe bûya.

Fakt û agahiyên derheqê Wesîqaya Medîneyê û rûdanên piştî wê kêm zêde ev in. Niha tiştê divê bê zelalkirin ev e: 1400 sal piştî Wesîqeyeke bi van taybetmendî, nezelalî û bi vê aqîbetê, dikare ji bo pirsa miletekî weka miletê kurd û welatekî weka Kurdistanê bibe referans yan na?

Rast e ku teqrîben ji sedî 85ê nifûsa Kurdistanê Musliman e û Muslimanên Kurdistanê di heqîqetê de jî bawermend in. Lê rastiyeke dinê jî heye ku Li Kurdistanê Kurdên ne Musliman, Êzdî û Kurdên Elewî yên xwe Musliman nabînin û Xiristiyan jî dijîn. Bêguman mirov dikare ji her şaristaniyê, ji her dînî, ders û xusûsiyetên qenc werbigre, mirov dikare ji dîrokê ders werbigre. Hin îzah, hin dsîplînên çareser hene ku dikarin ji bo vî yan wî welatî, heta ji bo mirovahoyê bibin referens. Mirov dikare ji Îslamê jî sûd werbigre. Herçi îro sîstemên dinê dewsa wê girtibin jî, dikare îdîa bike ku Zekat û Fitre ne sîstemên sosyal bûn?

Lê gelo Îslam bi pratîka xwe ya piştî dewletbûnê, bi pratîka xwe ya piştî Xîlafetî bû posteke desthilatdariyê, bi pratîka xwe ya piştî bû hêz û bi hêza xwe li hemberî her, gel, ol, welat, grûb û kesê daweta bîata Îslamê qebûl nekir, cîhad îlan kir, bi dsîplîna felsefeya pratîka xwe ya 1400 salî dikare ji bo pirs û pirsgirêkên siyasî, mirovahî, civakî û aborî yên demê bibe referans?

Heke Kurdên Musliman û Tirkên Musliman, Farisên Musliman, Erebên Musliman ummetek bin wê cîhê Kurdên Elewî û Êzdî li ku be? Di rewşeke weha de paradîgmaya ummetbûnê ne jihevhilweşandina stûn û dînamîkên miletbûna miletê kurd e? Bêşik em dikarin li pirsan zêde bikin. Axirê heke em li rêykê bigerin divê em dîroka Îslamê jî, xusûsiyet û taybetmendiyên welat û miletê xwe jî bi bîra xwe bînin.

Şefîq PÊŞENG

26/Gulan 2014


[1] W.Montogomery Watt, Muhammet at Mecca, Jêder: http://www.birikimdergisi.com/Birikim/dergiyazi.aspx?did=1&dsid=38&dyid=1307&yazi=Medine%20Vesikas%FD%20Hakk%FDnda%20Genel%20Bilgiler./25.05.2014

[2] Buhari, 5/44; İbn Hişam, I, 183, Jêder: Ahmet Insel(http://www.birikimdergisi.com/Birikim/dergiyazi.aspx?did=1&dsid=38&dyid=1307&yazi=Medine%20Vesikas%FD%20Hakk%FDnda%20Genel%20Bilgiler)/25.05.2014

[3] http://www.birikimdergisi.com/Birikim/dergiyazi.aspx?did=1&dsid=38&dyid=1307&yazi=Medine%20Vesikas%FD%20Hakk%FDnda%20Genel%20Bilgiler/25.05.2014

[4] http://www.birikimdergisi.com/Birikim/dergiyazi.aspx?did=1&dsid=38&dyid=1307&yazi=Medine%20Vesikas%FD%20Hakk%FDnda%20Genel%20Bilgiler/25.05.2014

[5] Peygamerimizin uygulamasıyala İslam,Dr. Said El-Bûtî, Selam yayınlariı1984,sf.200

[6] http://www.birikimdergisi.com/Birikim/dergiyazi.aspx?did=1&dsid=38&dyid=1307&yazi=Medine%20Vesikas%FD%20Hakk%FDnda%20Genel%20Bilgiler/Xwendina dawî: 25.05.2014

[7] http://www.koprudergisi.com/index.asp?Bolum=EskiSayilar&Goster=Yazi&YaziNo=977/Xwendina dawî: 26.05.2014

[8] Peygamerimizin uygulamasıyala İslam,Dr. Said El-Bûtî, Selam yayınlariı1984,sf.200

[9] Peygamerimizin uygulamasıyala İslam,Dr. Said El-Bûtî, Selam yayınlariı1984,sf.201

[12] http://www.yeniumit.com.tr/konular/detay/medine-vesikasi/Xwendina dawî: 26.05.2014

[13] Peygamerimizin uygulamasıyala İslam,Dr. Said El-Bûtî, Selam yayınlariı1984,sf.189

[14] Peygamerimizin uygulamasıyala İslam,Dr. Said El-Bûtî, Selam yayınlariı1984,sf.91

[15] Peygamerimizin uygulamasıyala İslam,Dr. Said El-Bûtî, Selam yayınlariı1984,

[16] Suruç Salih, Peygamberimizin Hayatı, Nesil Yay., c. 2 s. 15

[17] Peygamerimizin uygulamasıyala İslam,Dr. Said El-Bûtî, Selam yayınlariı1984,sf.88

[18] Peygamerimizin uygulamasıyala İslam,Dr. Said El-Bûtî, Selam yayınlariı1984,sf.260

[19] Peygamerimizin uygulamasıyala İslam,Dr. Said El-Bûtî, Selam yayınlariı1984,sf.258

[20] Peygamerimizin uygulamasıyala İslam,Dr. Said El-Bûtî, Selam yayınlariı1984,sf.203

 

 

Back to top button