Kultur

Weşanxaneyeke Kurdî berbijêrê xelata weşangerên cîhanê ye

Yekîtiya Weşanxeneyên Navdewletî (IPA) îro ji bo piştgirîkirina weşana azad û bi azadî raderbirînê rêzbenda wan weşanxaneyan belavkiriye ku hêjayî xelata 2020 ya Prix Voltaire bin ku li nav wan Weşanxaneya Avesta jî heye.

Her wiha Kristenn Einarsson Serokê Lîjneya Weşanên Azad ya Yekîtiya Weşanxeneyên Navdewletî (IPA) dide zanîn ku rêzbenda kurt ya xelata 2020 IPA Prix Voltaire ji çar weşanxaneyan pêktê ku wan berhemên ji bo xwendevanan girîng û hêja amadekirine û bi wêrekî azadiya weşanê parastine û mafê azadiya derbirînê pêşxistine.

Berdewamiyê de Einarsson dibêje: Em ji bo wê wêrektiya ku nîşan dane wan pîroz dikin û spasiya wan dikin ku piştgiriya weşanên azad ya cîhanê kirine.

Çar weşanxaneyên ku ji bo xelatê hatine namzed û berbijêrin destnîşankirin

Avesta Yayinlari (Tirkiye)
Mr Chong Ton Sin (Malaysia)
House of Publisher Liberal (Vietnam)
Maktaba-e-Daniyal (Pakistan)

Merasîma xelatdayînê ya Prix Voltaire ya 2020 ya li 33emîn Kongreya Navnetewî ya Weşangeran li bajarê Lillehammer ya Norwêcê wê bê ragihandin, ku li 28-30 Gulan 2020 tê encamdan.

Back to top button