Cîhan

Independent: 114 welatan Corona heye, çawa li tirkiye tûne?

Rojnameya Independent li ser virusa Corona ya tirkiye raporek belav kiriye û dibêje: Ew virusa ku li bajarê Vuhan ya Çînê li seranserê cîhanê belav bûye Corona an ku (Covid-19) li 114 welatan 116.000 kesan tuş kiriye û 4.000 kes jî jiyana xwe ji dest dane. Gelek kes wê yekê didin nîşandan ku ev yek ji aliyê dewleta tirkiyê ve tê veşartin, lê hinek kes jî dijî vê yekê derdikevin û dibêjin dibe ku li tirkiye testan bi awayeke rêkûpêk encam nadin.

Virusa Corona 114 welatan hatiye tomar kirin ku herî dawî Kibris bû, lê heta niha tirkiye, Karadag û Kosovayê hîç haleteke di vî warî de tomar nekirine. Her wiha Wezîrê Tendirustiya tirkiye Fahrettin Koca dibêje: Raste heta niha me tomar nekiriye, lê belê em nikarin bibêjin li tirkiye virusa Corona tûne û bi pêşbîniyeke bilind heye.

Back to top button