Cîhan
Time:Erdogan û berpirsên Ewrupa negihiştin ti encaman

Rojnameya Times ya Brîtanî ragihand ku civîna Erdogan ya li gel berpirsên Yekîtiya Ewrupa bê encam bi dawî hat û Erdogan berî ku civînê bi dawî bîne, aciz bûye û civînê bi cîh hiştiye.
Rojnameya Times diyar kiriye Erdogan ji bo babeta penaberan daxwaza pereyeke zêde ji Yekîtiya Ewrupa kiriye lê berpirsên Yekîtiya Ewrupa jî bi tundî redkirine û Erdogan jî diyar kiriye ku dê hemû dergehên xwe yên sînorî li gel Yunanîstanê vekin da ku penaber biçin Ewrupa.
Berpirsên Yekîtiya Ewrupa jî nerazîbûna xwe li hember helwesta Erdogan diyar kirine û Erdogan jî aciz bûye û civînê bi cîh hiştiye.