Werzîşvanên Rojhilatî dixwazin xizmeta Başûrê Kurdistanê bikin

Sê birayên ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê 15 sale lîstok û yariya Parkour dikin û niha amadekariyê dikin bo ku hengavekî cîhanî bavêjin.

Behnam, Saman û Sîrwan Celîlî ew sê birayên ku 15 sale yariya Parkour dikin ew bi kûrî çûna nava vê yariyê û asta wan gihîştiye yarîzanên pîşeger.

Yariya Parkour yariyekî pir serkêşiye û pêwîstî bi hêzeke zêde ya pazuyan heye û yarîzanên yariyê dikarin ji cihên bilind xwe bavêjin xwarê yan li ser dîwar û avahiyan de serbikevin.

Ew dibêjin: “Li tevahiya Îranê bi awayeke akademîk kar dikîn û me yariyê baş pêşxistiye, em hêvîdarîn rojek bê bikarîn serdana Herêma Kurdistanê bikîn û xizmeta werzîşvanên Kurdistanê bikîn û em dixwazin wê ezmûna ku me heye bîbexşîn xort û lawên Herêma Kurdistanê”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: