Baregeha Barzanî:Ewê Pêşmerge nenasê bila rûpelên dîrokê bigerê
Daxuyaniyek bi navê Peyvdarê Fermî yê Baregeha Barzanî
Di demek da ku hêzên siyasiyên niştimanî û pêkhatên Iraqê berev pêkanîna Hikûmetekî niştimanî hengavan davêjin, heta li ser wan astengiyan da zal bin ku bi rûyê dewleta Iraqê girtine. Li vê dema hestiyar da ku pêwîstî bi yekrêziya me hemûyan, ji bo rûbirûbûna gefan û gihandina welat bi kenara aramiyê heye, guh li hinek dengên nebaş dibîn bi têkilkirina kartan û dixwazin mebesta rastîn ya pêkanîna Hikûmeta nû bi rêyeke din da bibin. Bi wê yekê ku li pirsa hiştina çek li destê dewlet da û li nehiştina hemû awayeke hebûna serbaziya ne şerî û ne destûrî de, amaje bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî hatiye kirin.
Em li vê demê da radigihînîn ku piştevaniyê li hemû hengav û karên hikûmetê yên ji bo binyadnana dewletekî demokrasî û şaristanî ku têda destûr û yasa û hevniştimanîbûn têda serwer bê dikîn. Wan hewlan jî ret dikîn ku hewla rêgirîkirina li hengavên rast û dirust û daxuyaniyên neberpirsiyarane didin û Em dibêjîn wan: Pêşmerge li gor birgeya pêncem ya maddeya 121 / ê destûrê hêzekî şerî û yasayî ye.
Hêzên Pêşmerge piştî dehan sal li dijî dîktatoriyet xebatê da buye û qurbaniyên zêde, bi navê doza gelê Kurd û dewleta Iraqê da daye. Nabê navê wî bikeve lîsta wan komek çekdarên ku bi neyasayî dirust bûne û serweriya dewlet û gelên Iraqê binpê û hetik kirine û wekî hêzekî dewletê nav dewletê da reftaran dikin ku ji bilî li xizmetkirina berjewendiyên xwe yên teng û bi cîhkirina ajandaya derekî armancekî wan yê din nîne.
Ewê Pêşmerge nenasê bila biçê rûpelên dîrokê bigerê, wê demê dizanê ku Pêşmerge qedera mîlletê Kurd û hêla sore. Ji berê da qela polayîn û parêzerê bawerpêkiriyê asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê buye û her wiha jî dimîne. Hêzên Pêmerge beşeke ji hêzên serbaziyên destûrî û her hengavek jî ku berev hiştina çek bê avêtin tenê bi destê dewlet ve, divê dûrî li muzayedatê wan kesên ne şarezayên dîrokê wê rastiyê li berçav bigrin.
Viyan Dexîl
Peyvdara Fermî ya Baregeha Barzanî
18.04.2020