Kultur

Wêneya mamosteyên ku 662 zarokên Kurd li Swêdê fêrî Kurdî dikin

Nivîskar û Mamosta Haydar Diljen li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebookê zanyariyên serdana xwe ya navendeke dû zimanî parve kiriye û dide zanîn ku ew mamosteyên ku wêneyê de têne dîtin 662 zarokên Kurdan fêrî zimanê Kurdî dikin.

Diljen peyama xwe de dibêje: Ez îro li Swêdê li bajarê Vesterosê di navenda duzimanîyê (CF2-Centrum för tvåspråkighet) ya şaredarîyê de bi mamosteyên kurdî re bûm. Ez bi germîyeke bêhempa hatim pêşwazîkirin.

Her wiha dibêje: Ez bi dîtina wan gelek dilşa bûm. Me dîalogek gelek germ pêk anî. Min tecrubeyên xwe yên mamostetîyê bi wan re parve kirin.

Berdewamiya peyama xwe de dibêje: Hêjayî gotinê ye ku li vê şaredarîyê 662 zarokên kurd, ji pola yekê heta lîseyê, beşdarî perwerdeya kurdî dibin û 16 mamoste dersê didin wan. Min jî 20 salan, çi wek mamoste çi jî wek rêvebir, li vê navendê kar kir.

Back to top button