Welatên endamên YE di danûstandinên li ser rêbaz û qaîdeyên hevpar ên koçberî û penaberîyê, yên ku bi salan xitimî bûn, gihiştin rêkeftinekê. Welatê ku penaxwazan qebûl neke wê serê her penaberî 20 hezar Euro bide welatê mazûrvan.

Yekîtîya Ewropayê (YE) li ser qaîdeyên hevpar ên koçberî û penaberîyê li hev kir, ku ev yek di nav welatên endamên wê de ye ji mijarên herî nakok bû. Seroka Demkî ya Yekîtîya Ewropayê û Wezîra Koçê ya Swêdê Maria Malmer Stenergard û endama Komîsyona Yekîtîya Ewropayê ya ji karên hundir berpirsyar Ylva Johansson, piştî civîna Wezîrên Karên Hundir ên Yekîtîya Ewropayê daxuyanî dan çapemenîyê.

Stenergard anî zimên û got ku “Îro piştî danûstandinên gelek salan me gavek dîrokî avêt“.  Stenergard, diyar kir ku wezîran li ser du lingên sereke yên reforma sîstema penaberîyê ya Yekîtîya Ewropayê li hev kirine. Stenergard got ku di navbera “berpirsiyarî” û “hevgirtinê” de ji bo parvekirina penaxwazan di navbera welatên endam de hevsengîyek baş hatiye avakirin.

 ‘HER KESEK 20 HEZAR EURO DIDE’ 

Stenergard got: “Mekanîzmaya hevkarîya mecbûrî ya ku me ava kiriye, wê piştgirîyê bide welatên endam ên ku herî zêde di bin zexta koçberîyê de ne. Welatên endam wê bibin xwedî îmkana ku di navbera tevkarîyên piştgiriyên cuda de hilbijêrin”. 

Wezîra Swêdî di ravekirina van beşdarîyan de diyar kir ku welatên endam ên ku penaberan qebûl nakin wê ji bo her kesî 20 hezar Euro bidin welatên mazûrvan, di qonaxa yekem de salane herî zêde 30 hezar penaber wê bên qebûlkirin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: