Teşkîlata Îstîxbarata Netewî yek ji saziyên herî bi hêz û destnedayî yên Tirkiyê ye. MÎT a ku di salên dawî de rayedarên wê zêde bûne, piştî Hakan Fîdan bi tayînkirina Îbrahîm Kalin dîsa ket rojevê.

Piştî ku Serokê Rêxistina Îstîxbarata Netewî (MÎT) Hakan Fîdan bû Wezîrê Karên Derve, Îbrahîm Kalin ji bo serokatiya MITêhat tayînkirin. MÎT ku yek ji saziyên herî taybet ên Tirkiyê ye, di dîroka xwe de bi gelek bûyeran di rojevê de ye.  Xebatên îstîxbaratê yên li Tirkiyê ji serdema Tanzîmat a Împaratoriya Osmanî dest pê dike. II. Dezgeha Îstixbaratê ya Yıldız di serdema Abdülhamit de hat avakirin. Di serdema Îttîhad û Terakkî de, Rêxistina Taybet derket pêş. Ev rêxistin piştî Agirbesta Mudrosê ya ku piştî dagirkirina Împaratoriya Osmanî hatibû îmzekirin, belav bû. Cemiyeta dewriyeyê ya ku di salên dagirkeriyê de li Stenbolê hat avakirin, bi taybetî di sewqiyata çek û cebilxaneya Anadoluyê da rol lîst. Di dema Têkoşîna Neteweyî de Komên Zabîtan, Yavûz û Felah xebatên îstîxbaratê kirin. Piştî Şerê Rizgariyê bi avabûna Komara Tirkiyê re ev kom ji holê hatin rakirin û şaxên artêşê peywira îstixbaratê kirin. 

Bi fermana Atatürk hatiye damezrandin 

Bi fermana Mustafa Kemal Atatürk di sala 1926an de bi navê Serokatiya Ewlekariya Netewî rêxistinek nû hat avakirin. Tirkiye di sala 1945an de bû sîstemek pirpartîtî. Piştî salekê Partiya Demokrat hat damezrandin. Adnan Menderes di sala 1950 de bû desthilatdar. Rêxistin di 17ê Adara 1954an de wek Serokatiya Servîsa Ewlekariya Neteweyî hat guherandin. Bi Qanûna Teşkîlata Îstixbarata Netewî ya ku di 22yê Tîrmeha 1965an de ket meriyetê, vê carê ev sazî veguherî MÎTê. 

Erka MÎTê çi ye?

Wezîfeya sereke ya MÎTê ew e ku “li seranserî dewletê di derbarê çalakiyên heyî û potansiyel ên li hundir û derve yên li dijî welat û neteweya Komara Tirkiyê û yekparetî, hebûn, serxwebûn, ewlekarî, nîzama destûrî û netewî tên kirin de îstîxbarata ewlehiya neteweyî ava bike.” Vê îstixbaratê ji Serokkomar, Serfermandarê Giştî, Sekreterê Giştî yê Lijneya Ewlekariya Neteweyî û saziyên pêwîst re ragihîne.

Bûyerên ku MÎT tev lê bûye 

MÎTê di pêvajoyên awarte yên ji salên 1970 yî û vir ve li pişt perdeyê rolek aktîf lîzt. MÎT jî di lêpirsînên bi êşkenceyê yên li Qesra Ziverbeyê ku di 12ê Adarê de wek “navenda kontrgerîla” dihat bikaranîn, amade bû. Rêveberê MÎTê Mehmet Eymûr bi xwe beşdarî van lêpirsînan bû. Yek ji kesên li Ziverbeyê rastî êşkenceyê hat rojnamevan-nivîskar Îlhan Selçuk bû. Eymûr li ser navê MÎTê li Ziverbeyê, di derbarê Mahîr Çayan ê ku ji Girtîgeha Maltepeyê reviya bû êşkence li Temûz Fuzûlî Yazici kir. Di operasyona ku yek ji navên girîng ên nifşa 68an Ulaş Bardakçi li Stenbolê di malekê de hat qetilkirin, bû. Dîsa di operasyona ku Mahîr Çayan û hevalên wî yên li Gundê Qosera Tokatê hatin qetilkirin de Mehmet Eymûr bi awayekî aktîf rol lîzt. 

 

 

Serdema Komkujiyan 

MÎT bi xemsariya xwe ya di komkujiyên wek Mereş, Çorûm, Sêwas û 1ê Gulanê de ku di pêvajoya derbeya 12ê Îlonê de hatin kirin, derket pêş. Bi taybet jî bi wê yekê hat sûcdarkirin ku çalakiyên kontrgerîlla ji rayedarên dewletê yên wê demê re negotiye û ti tedbîr negirtine. Hewldana darbeya li welêt ji serokwezîrên ku rasterast girêdayî wan bû negot.

Operasyonên Mafyayê 

Di operasyonên li dijî rêxistinên sûc de jî navê MÎTê hat rojevê. Piştî mutabaqata 12ê Adarê, bi fermana Fermandarê Şerê Leşkerî yê Stenbolê Faîk Turun ji aliyê MÎTê ve Operasyona Yekemîn a mafya pêk hat. Mehmet Eymûr di serê operasyonê de bû. Operasyona mafya a duyemîn di sala 1984an de, piştî serdema 12ê Îlonê hat kirin. Di operasyona hevpar a Serokê Daîreya Qaçaxçîtiyê, Îstixbarat û Operasyonê ya MÎTê Mehmet Eymûr û Serokê Daîreya Îstîxbaratê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê Atilla Aytek de, rêveberên rêxistinên sûc ên wek Dundar Kiliç, Behçet Canturk, Vahit Kaynar û Abuzer Uğurlu hatin binçavkirin. 

Yeşîl Çatli û Çakıci li derve bi kar aniye 

Teşkîlata Îstîxbarata Netewî ya ku di operasyonên li dijî rêxistinên sûc de rola xwe dilîze, di operasyonên derva de jî dudilî nebû ku rêvebirên rêxistinên sûc bi kar bîne. Li hember Asala navên wek Abdullah Çatli û Alaattin Çakıcı li derve hatin bikaranîn. Ji Mahmût Yildirim ê bi navê Yeşîl hat xwestin ku li dijî Abdullah Ocalan bê bikaranîn. Operasyona ku dihat xwestin di sala 1996an de li Lubnanê li dijî Ocalan bê kirin, têk çû. Piştî vê operasyonê tu xeber ji Mahmut Yildirim nehat. Di cinayetên kiryar nediyar ên salên 1990î de rola MÎTê nehat pirsîn. 

Bûyera Sebahattîn Savaşman 

MÎT tenê bi operasyon û lêpirsînên xwe yên bi êşkenceyê derneketibû pêş. Têkiliyên rêveberên MÎTê jî bi pirsgirêk bûn. Alîkarê Musteşarê MÎTê yê wê demê Sebahattîn Savaşman, di sala 1977an de dema ji DYA yê re sîxurî dikir, hat girtin. Hat diyarkirin ku Savaşman ji bo ku kurê xwe li DYA yê perwerde bike ji DYA yê pere distîne. Hat diyarkirin ku Savaşman ê ku ji bo CIA yê sîxurtî kiriye, ji Qibrisê heta Sûriyê, ji Sovyetê heta xebatên servîsên biyanî yên li Tirkiyê rêze belgeyên “bi nepenî” daye. Savaşman bi sûcê sîxuriyê 10 sal di girtîgehê de ma.

Di serdema AKP de MÎT 

Di serdema desthilatdariya AKP ya 21 salan de MÎT gelek caran ket rojeva Tirkiyê. Hakan Fîdan ku ji aliyê Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ve wek nûnerê taybet hat tayînkirin û Alîkarê Musteşarê MÎTê Afet Guneş di sala 2009an de li Osloya paytexta Norwêcê bi rêveberên PKKê re li ser maseyê rûniştibûn. Di hevdîtinê de balkêş bû ku Afet Guneş ji endamê PKKê Sabrî Ok re got, “We metropol tijî bombe kirin. Em her tiştî dizanin”. Hakan Fîdan ku wê demê nûnerê taybet ê Serokwezîrtiyê bû, piştre di sala 2010an de ji bo Musteşariya MÎTê hat tayînkirin. 

7ê Sibatê krîza MÎT ê 

Piştî ku qeyda deng a hevdîtinên Osloyê di sala 2011an de derket holê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bang li 5 rêveberên MÎTê ku di nav wan de Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî heye, kir û wek bersûc îfade dan. Li ser hişyariya Erdogan Fîdan neçû îfadeyê. Di vê navberê de bi qanûna ku ji aliyê TBMMê ve hat derxistin, lêpirsîna li dijî efserên MÎTê bi destûra Serokwezîr ve hat girêdan. Erdogan diyar kir ku wî Hakan Fîdan ê ku jê re dibêje “qutîya min a veşartî” şand Osloyê û got, “Eger hûnê bigirin, min bigirin”. Krîza ku di 7ê Sibata 2012an de hat jiyan, di navbera hikûmet û cemaeta Gulen de yekem pevçûn bû. Serdozger Sadrettîn Sarikaya ku ji bo îfadeyê gazî Fîdan kiribû, bi îdiaya endamtiya rêxistina Gulen ji peywirê hat dûrxistin û hat girtin.

TIR ên MÎTê rawestandin

Rêxistina Îstixbarata Netewî jî di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de li herêmê wezîfedar bû. Lê belê di 1ê Çileya 2014an de pêşî li navçeya Kirikhan a Hatayê, di 19ê Çileya 2014an de jî li Edeneyê qemyonên cebilxane barkirî yên MÎTê hatin rawestandin. Rayedarên hikûmetê îdia kirin ku di kamyonan de alîkariya însanî heye û ew ji bo çûne Tirkmenên Sûriyê. Tugrul Turkeş ku wê demê muxalefet bû û niha ji AKPê wek parlamenter hatiye hilbijartin, got, “Bi Xwedê ew çek ji Tirkmenan re neçûn”. TIRên ku bi talîmata Enqereyê hatin rawestandin serbest hatin berdan. Li pişt bûyera rawestandina kamyonan dozger, leşker û polês ku ew jî ser bi rêxistina Gulen in, hebûn. Ev nav ji pîşeyê hatin dûrxistin û hatin girtin

Desthilatdarîyên MÎT hatin zêdekirin

 Piştî krîza kamyonan a MÎTê di sala 2014an de qanûna MÎTê hat guherandin û radeyên awarte dan rêxistinê. Rûniştina doza Serokê MÎTê birin Dadgeha Bilind. Ji bo têkiliyên MÎTê yên bi rêxistinên terorê re binesaziya qanûnî hat dayîn. Dîsa mafê hevdîtina bi girtî û mehkûmên li girtîgehê re li qanûnê hat zêdekirin. Ji MÎTê re jî radeya desteserkirina dosyayên dozgerî û dadgehê hat dayîn. Her wiha rê li ber girtî û mehkûmên biyanî vekir ku bi yên li welatên din re biguherin. Cezayên kesên ku erk û xebatkarên MÎTê deşîfre dikin jî hatin zêdekirin. Bi vê qanûnê MÎT kirin “desthilatfarîyek ku kesek nikaribe xwe nêzîkî wê bike”. Di sala 2012an de Fermandariya Pergalên Elektronîkî ya Serfermandariya Giştî ji MÎTê re hat veguheztin û di warê îstîxbarata teknîkî de hêzek girîng da rêxistinê. 

Di qadên şer de rolek aktîf dilîze 

MÎT’ê di salên dawî de li herêmên krîzên navneteweyî jî rolek aktîf lîst. Li herêmên şer ên wekî Sûriye, Lîbya û Ûkraynayê hem erkên dîplomatîk û hem jî yên operasyonê pêk anî. Serokên Îstixbarata Amerîka û Rûsyayê par li navenda MÎTê ya Enqereyê hevdîtinek kiribûn. MÎT’ê bi îstîxbarata Misir û Sûriyeyê re ku têkiliyên wan ên dîplomatîk qut bûn, di vejandina têkiliyan de rol lîst. Bi taybet bi SÎHA’yê gelek rêveberên PKK’ê yên li Sûriye û Bakurê Iraqê hatin bêbandorkirin. Hin rêveberên rêxistina Gulen ên li derve jî ji aliyê MÎT’ê ve hatin girtin. Di nav wan de biraziyê Fethullah Gulen Selahattîn Gulen jî hebû. Gumanbarê kuştina Necîp Hablemîtoğlu yê reviyayî Nurî Gokhan Bozkir jî bi operasyoneke taybet ji Ukraynayê anîn Tirkiyeyê.

MÎT li pişt dozên Transporter e? 

Ji aliyê din ve îdiaya ku hin endamên rêxistina Gulen ên ku li Enqereyê ji aliyê MÎTê ve bi wesayîtek reş hatibûn revandin jî hat rojevê. Lê heta îro di dosyeyên lêpirsînê de di derbarê revandina ku ji aliyê dozgeriyê ve hatiye kirin de tu delîl nehatine girtin. 

Di 15ê Tîrmehê de hedef hat girtin 

Yek ji hedefên hewldana derbeya 15ê Tîrmehê jî wê demê navenda MÎTê ya li Yenîmahalleyê bû. Endamên MÎTê yên li navenda ku helîkopterên leşkerî bi çekên giran gulebaran kirin, bersiv dan. Leşkerên girêdayî rêxistina Gulen wê demê dixwestin Fîdan binçav bikin. Ew bi neragihandina derbeyê dihat sûcdarkirin.

Lê belê MÎTê bi hinceta ku hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ji Serokkomar Erdogan re negotiye hat sûcdarkirin. Fermandarê Fermandariya Hewayî ya Bejayî O.K., saet di 14:20 de çûye MÎTê û ragihandiye ku wê Hakan Fîdan dîl bê girtin û dibe ku ev derbe be. Hakan Fîdan piştre çûye Serfermandariya Giştî û ji Hulusî Akar re rewş gotiye. Lê belê ji Erdogan re nehatiye gotin ku dibe teşebusa derbeyê çêbibe û her wiha polîs û darazê jî ji vê rewşê agahdar nebûn. Ji ber vê sedemê dozgerê ku xwest Hakan Fîdan wek şahid guhdar bike ji wezîfeyê hat girtin. Fîdan nehat Komîsyona 15ê Tîrmehê ya TBMMê. 

Alican Uludag

DW

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: