Kultur

Welatên guhertinên mezin lê çê bûne wan ji xandinê dest pê kirine.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistan, îro li bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima îmzakirina kontirakta amadekirina dîzayîna kampa zanîngeha Selahedînê kir.
Di merasima de ku, hijmareke wezîrên hikûmetê, serokê zanîngeha Selahedînê, konsul û diplomatkarên biyanî yên li herêma Kurdistanê û berpirsên kompaniya çêkirina dîzayîna kampa zanîngehê amade bûn, Ehmed Dizeyî serokê zanîngeha Selahedînê di peyvekê de got ev roj xewneke kevin a memoste, xwendekar û kerbidestên zanîngehê bû ku îro ew xewin bo rastî.  Serokê zanîngehê got jî ku, her ji serdema kabîneya pêncem a hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî lêxebitiye ku, ev xewine bibe rastî û îro her li ser desrê wî ev bo rastiyek.
Her di vê merasimê de, Conz Lindgrên rêvebirê ofîsa kompaniya Darulhendese ku dê dîzayîna kampa zanîngeha Selahedînê amade bike, peyvek pêşkeş kir û îmzakirina girêbesta amadkirina dîzayîna kampa zanîngeha zelahedînê digel serokatiya zanîngehê, bi rojeke geş bo zanîngehê û herêma Kurdistanê binav kir. Lindgrên behsa kar û pirojeyên kompaniya xwe li Amerîka û welatên din yên cîhanê kir.
Nêçîrvan Barzanî di vê nmerasimê de peyvek pêşkeşî amadebûyan kir û got ku, wî bi awayekî taybetî li ser pirojeyî karkiriye û berdewam karûbarên pirojeyî şopandine û berdewam lêxebitiye daku ev pirojeyê bikeve di warê çêkirin û piraktîkê de.

Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de got:

– Me welatekî zangîn heye, ne bi tenê di warê mirovî de, di warê çavkaniyên xwezayî de me hemû tişt heye. Gelek hêsane di paşerojê de em bikaribin hay way dirust bikin, gelek hêsane em bikaribin hotêlên mezin dirust bikin, gelek hêsane em bikaribin pirojeyên mezin dirust bikin, lê ji bo miletekî wek miletê me xandin ji hemû tiştî giringtir û baştir e.

– Sîstema perwerdeyê ji bo miletekî weke miletê kurd ji her tiştî giringtir e. Pêwîste em ji perwerdeyê dest pê bikin. Ew reformên li weletekî dest pê dikin, bi awayekî giştî bingeha sereke ji perwerdeyê dest pê dike. Eger em bikaribin sîstema xandinê, di hemû waran de, her ji destpêkirina xandinê heta digehîte zanîngehê biguherîn û sîstemeke rêkûpêk û mederin avabikin ku digel pêdawîstiyên herêma Kurdistanê minasib be, hîngê em dê bikaribin ji xwe re bêjin milet weke welatekî serkeftî.

– Ew welatên guhertinên mezin lê çê bûn, wan ji xandinê dest pê kir. Ez mînaka Koreya Başûr behis kim, ji ber wan têkeliyên digel herêma Kurdistanê hene,  ez gelek serdana wî welatî dikim. Di warê samanên xwezayî de Koreya Başûr tiştekî wesa nîne, berê welatekî gelek bi arîşe bû, dema çaksazî kirin, dest bi guhertina sîstema xandinê  kir, îro aboriya wî welatî yek ji aboriyên bihêz û pêşkeftiyên cîhanê ye.

– Dirustkirina vê kampê her bi tenê ne ji bo hindê ye me avahiyên ciwan hebe, bi tenê ne ji bo hindê ye me kampeke rêkûpêk hebe, ji bo hindê ye ku divê sîstema me jî her weke van avahiyan ciwan be, divê xwendekar bi heyacan giringiyê bi xandina xwe bidin. Di vê sîstema me ya xandinê digel cîhana îro minasib be. Xwendekarên me di vê her ji destpêkê di atmosferekî wisa dest bi xandinê bikin ku, ew warên xandinê yên hildibijêrin di xizmeta vî welatî de be.

 

Serowezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de behsa bernameya geşepêdana şiyanan kir û  got ku, ew bernameye ji bo herêma Kurdidtsnê gelek giringe û ji serdema kabîneta şeşem a hikûmeta Kurdistanê dest pê kiriye û dê berdeam be. Ew xwendekarên bi rêya bernameya geşepêdana şiyanan ji bo xandina bala diçin derveyî welatê li zanîngehên pêşkeftiyên cîhanê dixwînin divê di wan waran bixwînin yên ku herêma Kurdistanê pêwîsîtî pê heye. Hindek saktor hene herêma Kurdistanê gelek pêwîstî pê heye û divê herêma Kurdistanê jî di wan waran de pispor û şareza hebin.

Serokwezîr weke mînak got ku, eger li herêma Kurdistanê pêwîstî bi biçûktirîn îşê temîrkirina aircondition hebe, ew teknîke û ew kesên şareza û pispor nînin wî karî bikin. Divê giringî bi xwendingehên meslekî û pîşeyî bê dan, divê fêr bibin ka çawa karê aircondition bikin, çawa karê karebê bikin. Divê xwendekarên kurd van pîşe û meslekan bizanin. Welatekî weke Kurdistanê divê sîstema wî ya xandinê bi timamî bê guhertin.

Piştî peyva serokwezîr hatiye xandin, girêbesta amadekirina dîzayîna avahiya kampa zanîngeha Selahedînê di  navbera serokê zanîngeha Selahedînê û nûnerê kompaniya Darulhendese hat  îmza kirin.

Back to top button