Polîtîk

Tan: Eger Şivan hat, wê Gavan çi bike?

Altan Tan Parlementerê Diyarbekirê li bernameya Ne Oluyor?(Çi Dibe?) ya televizyona CNNTURK de behsa pêvajoya çareseriyê kir. 

Tan beşdarî bernameya Şirin Payzîn kir û li pêvajoya çareseriyê de pengava duyem nirxand. Parlementerê BDP Tan rexne li Hikûmeta Tirkiyê kir û got: Hikûmet eger bixwaze dikare li şevekî de guhertinên mezin bike. Li Ewrûpa bi hezaran kes hene heta niha jî ji ber yasayên kevinên Tirkiyê nikarin werin mala xwe. 

Berdewamiya axaftina xwe de got: Erdogan ji bo Anter Anterê kurê Musa Anter rêyeke taybet vekir, ji bo vê yekê em spasiya Erdogan dikîn, lê belê çima biryareke baş nadin bi hezaran kesên din jî sûd ji vê yasayê wernegrin. Her wiha Erdogan û gelek Wezîrên wî diçin derveyî Tirkiyê Şivan Perwer himbêz dikin û maç dikin. Gelo çima hûn rêya azadiyê ji bo Şivan Perwer venakin ku em jî wî himbêz bikin û maç bikin. Erê eger we ji bo Şivan rê vekir gelo wê çi bi Gavanan bê. Çima Gavan jî nekaribin werin welatê xwe…

Back to top button