CîhanCivak

Welatên erebî piştevanîya xwe ji bo gelê Kurdistanê dûpat kirin

Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa Konsol û Nûnerên welatên Erebî li Hewlêrê kir ku ji Nezmî Hizûrî Konsolê Giştî yê welatê Filistîn û Raşîd Elmensûrî Konsolê Giştî yê Îmarata Yekgirtiya Erebî û Yasîn Ewez Konsolê Giştî yê welatê Sudan û Dr. Ebdulmun’îm Ebdulrehman Konsolê Giştî yê Şahnişîna Si’udiye û Heysem Ebulful Konsolê Giştî yê Şahnişîna Urdin û Emer Fehmî Konsolê welatê Misir û Musa’d Elkuleyb Konsolê Giştî yê Kuweyt bi Wekalet pêkhatibûn.Li hevdîtinê de şanda mîhvan pîrozbahiya cejna Remezanê li Serok Barzanî kirin û piştevanî û hevsoziya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê dûpat kirin û ji bilî balkişandina li ser gefên terorê pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û destxweşiyê li xweragiriya gelê Kurdistanê kirin û ragihandin ku agahdarî ewene gelê Kurdistanê hilgirê peyama aştiye û dahênerê aramiyê ne li navçeyê da. Her wiha pesnê dilfirehî û mîhvandariya gelê Kurdistanê kirin ku ji bo pêkhatên neteweyî û olî û bîr û ramanên cûda bûye penagehekî aram.Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta şanda mîhvanan kir û hebûna nûnerayetiya welatên Erebî li bajarê Hewlêrê bi wateya peyama dostayetî û hevsoziya di navbera gelê Kurdistan û welatên Erebî da zanîn. Paşê Serok Barzanî li gotarek da behsa gefên terorê û hizra tundrewiyê kir ku bûye belayek ji bo cîhanê û tekez li wê yekê kir ku rûbirûbûna terorê erkê hemû dewletên cîhane bi taybetî welatên Îslamî û Erebî û li vî warî de erkekî hestiyar li ser milê wane û heman demî de li gel rûbirûbûna serbazî pêwîste şerê fikrî ya terorîstan jî bê kirin. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî wê yekê ji bo şanda mîhvan xisterû ku siyaseta înkarkirina gel û neteweyan siyasetekî pûçel û bê bihaye û bi dawî hatiye û gelên navçeyê divê bi aştî û rêzgirtina hevdû da bijîn.

Back to top button