Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser serdana serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî bo Silêmaniyê got, eger niyeta wî baş bûya dê hatiba Hewlêrê. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê, qutabî û şagirdên ku di ezmûna pola 12emîn de bibûn yekem, xelat kir. Piştî merasimê, Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan da. Serokwezîr Barzanî, li ser serdana Malikî bo bajarê Silêmaniyê got, eger Malikî were Hewlêrê emê pêşwaziya wî bikin lê heta niha behsa vê yekê nekiriye. Li ser niyet û armanca serdana Malikî bo Silêmaniyê jî Nêçîrvan Barzanî got, em nizanin çima hatiye Silêmaniye û bi çi niyetê hatiye. Eger niyeta wî baş bûya dê serdana Hewlêrê kiriba. Divê ewên ku pêşwaziya Malikî kirine, bersiva vê yekê bidin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wî pereyê ku biryar e Amerîka bide Kurdistanê jî got, ew pere dê meha Tebaxê bigihê Kurdistanê, dema gihîşt dê bi ser hêzên Pêşmerge de were parvekirin. Li ser hewlên Barzanî ji bo civandina hêzên siyasî yên Kurdistanê jî, Serokwezîr Barzanî got, niha serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye erkdarkirin da ku bi hêzên siyasî re hevdîtinan bike. Nûrî Malikî duh çû bajarê Silêmaniyê û bi rayedarên YNK û Gorranê re hevdîtin pêk anî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: