Polîtîk

Noşêrwan dixwaze Kurdistan bibe du herêm

Noşêrwan: “Silêmaniyê  herêmekî cudaye ji Duhok û Hewlêr, du herêmên cuda ne, du kelûrên cuda ne, du girûpên cuda yên berjewndîyan e, jiber van hemû sedeman ez bawerim ku em bibin du herêmên cuda baştire.”

Berpirsê  Tevgera Goran

Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa ji hejmarek kadirên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re ragehand ku, ew ne ligel duherêmeyî Kurdistan e, lêbelê baweriya wî bi wê yekê heye ku li Başûrê Kurdistanê du herêm werin ava kirin. Li gorî zaniyariyên bidest BasNews ketine, di çend rojên borî de, hejmarek ji kadirên YNKê yên Hewlêrê serdana Newşêrwan Mistefa kirine, Newşêrwan ji wan re gotiye: “Ez ne ligel du herêmî ya Başûrê Kurdistanê me û min kar jî jibo nehiştina vê yekê kirye, lêbelê em bixwazin nexwazin, Silêmaniyê  herêmekî cudaye ji Duhok û Hewlêr, du herêmên cuda ne, du kelûrên cuda ne, du girûpên cuda yên berjewndîyan e, jiber van hemû sedeman ez bawerim ku em bibin du herêmên cuda baştire.” Derbarê vê mijarê îro 19 Temûzê, Serkirdeyê berê yê Gorran Karwan Salih ji BasNews re ragehand: “Bernameyekî jêrbejêr û nehênî dinavbera YNKê, Gorran û Malikî de heye, ev yek jî amajeyek metirsîdare.” Bi gotina Karwan Salih: “Newşêrwan Mistefa jibe rev qeyranên ku du sala bi ser wî de hatine, bi pilanên derve û Iraqê dixwaze mala Kurdî wêran bike, û herêma Kurdistanê jihev du bixe, ev yek ji xiyanetê pêve ti navekî din lênabe.” Navborî tekez kir ku, hewldanên biherêmkirina Silêmaniyê û dabeş kirina Kurdistana Başûr lidijî hewldanên serxwebûna Kurdistanê têne hole û ev yek gelekî metirsîdare.

 

Back to top button