Civak

Wekîlê HUDA-PAR xwedî li Şêx Saîd derket

Li Diyarbekirê nîqaşên li ser bûlvara ku navê Şêx Saîd lê hatiye kirin berdewam dikin.

Di vê derbarê de ji HUDA-PAR daxuyaniyek balkêş hat.

Wekîlê Mêrsînê yê HUDA-PAR Faruk Dînç, daxwaz kir ku navê Şêx Saîd li dibistan, zanîngeh, balafirgeh û nexweşxaneyan bê dayîn.

Dînç di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medya civakî de ev agahî dan: “Ji ber ku li Amedê navê “Bûlvara Şêx Seîd” li rêgehekê hatiye kirin, acizbûnek derketiye holê. Ev acizbûn tê wateya paşguhkirina nirxên Amedê yên kevnar û gelê wê yê misilman“. Şêx Saîd û Atıf Xoceyê İskilipi şehîdên me yên serbilind in. Têgihiştina qirêj a ku hûn bi nêzîkatiyên nîjadperest diafirînin wê van şehîdên pakij xirab neke. Divê navê Şêx Saîd li dibistan, zanîngeh, balafirgeh û nexweşxaneyan jî bê dayîn”.  

Back to top button