Weke Me…

Şerefxan Cizîrî

Mirov bi hêsanî dikare vê gotina ‘’weke me’’ di bingehê xwe de ‘’weke min’’ jî têbigîhêje. Ango piranî di vê tevgirêdanê de dibe yek. Cot dibin fer. Em dizanin ku ‘’weke me’’ gotineke tevahî ye, gelek kesan di nava xwe de dicivîne, lê ‘’weke min’’, ez bi xwe me. ‘’Weke me’’ têgîhiştineke berfireh e, lê ‘’weke min’’ têgîhiştineke berteng e…

Ji ber wilo jî gava ku gotinên ku xwediyê wateyên cuda ne, bi hevdu cîh diguherin, nerîn û helwestên nû derdikevin holê. Ma helbesta seydayê Cegerxwîn ‘’Kîme Ez’’ di pevajoya sîyasî û çandî de nebû ‘’Kîne Em’’?

Li vir jî me li gora hest û daxwazên xwe guhertin kirin. Li vir dîsa, weke gelek caran, me rastiya ziman û çandî kire weke xwe. Seydayê Cegerxwîn bi hişmendî gotibû ez, me jî bi dûv wîna de got; em! Wilo xuyadike ku mirovên me rastiyan li gora xwe tînin ziman, beravêjî dikin û digûherin…

Ma di vir de şaşiyek felsefî, çandî û sîyasî tuneye?

Xiyala xwe bidin gelek rudanên sîyasî û çandî; li vir mirov dibînin ku, em bi hêsanî tiştan, nêrînan, helwestan, rastîyan, îdeolojîyan dikin weke xwe. Em wana beriya her tiştî dişibînin xwe. Heta em zimanê xwe jî dikin weke xwe! Gelekan jî me dixwestin elfabeya Kurdî jî bikin weke xwe.! Hîna jî me xwe nekirîye weke zimanê xwe!

Ma ev ne eceb e?

Çiqase mirov û kesên keşkûlî û ji hevdûketî hebin, zimanê Kurdî dikin weke xwe. Heman mirov demokrasî, liberalîzm û sosyalîzmê jî dikin weke xwe. Reformîzm û şoreşgerîya me jî wilo ye!

Maf û hûqûqê me ji wilo ye!

Sîyaseta me jî wilo ye!

Oldariya me jî wilo ye!

Ma mirov dibe misilman an jî mirov misilmantiyê dike weke xwe? Ma mirov dibe sosyalîst an jî mirov sosyalîzmê dike weke xwe? Ma mirov dibe niştimanperwer an jî mirov niştimanperwerîyê dike weke xwe? Demokrasiya weke me?! Ma wilo çêdibe?

Ma emê heta kengî hemû têgehên sîyasî, felsefî, çandî bikin weke xwe!

Ma emê bi wateya felsefî û sîyasî bibîn dinyayî, an jî emê dinyayê bikin weke xwe? Ma emê di vê navê re bibin weke Kurdan an jî emê Kurdan bikin weke xwe?!

Mirovên çeqilmast dixwazin Kurdên resen bikin weke xwe!

Ma dinya berûpaş bûye?

Di vê rastiya ku ez li vir dixwazim bînim ziman de ‘’ez ezîtiyeke’’ pir xurt heye. Hemû deverên vê ‘’ez ezîtiyê’’ seqakiriye, dorpeçkiriye û ba di bere naçe. Pêwendiyên vê ‘’ ez ezîtiyê’’ bi dinyaya derve re gelekî qels e. Hema bibêjin tuneye. Ev ‘’ez ezîtî ‘’ ji dinyayê îzole ye. Ji xwe re dinyayek sexte avakiriye û di nava qalibe vê dinyayê de digevize. Ev helwest heta radeyekê konaxa zarotiyê ye.

Ma ne wilo ye?

Lê ma emê tucara mezin nebin gelo? Tucara kamil nebin gelo? Qet nebin civatî gelo? Nebin xwediyê xwe gelo? Bi hişmendî kesayetiya xwe derbas nekin gelo?

Ma emê kengî bibin dinyayî?

Ev helwesta ‘’ez ezîtiyê’’ me weke tevger, weke netewe pêşde nabe. Em hertim di dawî de li xwe vedigerin, tên serî, zend û bendên xwe hildigêvin û careke din dest bi xebatê dikin. Em paleyê genîmê xwe nîvco dihelin û dest bi paleya ceh dikin, em wê jî nabin serî, em dest bi paleya nîskan dikin…

Ma hema di vê dema modern de wê bêserûbertî hergav bibe behra me Kurdan?

Ez dubare dibêjim; divê em pêşî Kurd bin, dûra bibin dinyayî, dûra dîsa bibin Kurd, dûra dîsa bibin dinyayî…

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: