CivakPolîtîk

Amerika navê YPGê guhert

YPGê li ser daxwaziya Emerika navê xwe guhert. Hêdi YPG tenê xwe wek Hêzên Suriya Demokratik bi nav dike.Di vê derbarê de, Fermandarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê Raymond Thomas di civînekî de axavtinek kir û di axavtina xwe de behsa sedema guhertina navê YPGê kir.Raymond di vê derbarê de got: Tirkiye digot ku, YPG beşeke ji PKKê, Hun weke hevalbendê me çewe dibê pêwendiyan li gel YPGê datînin.Hun dibin muxatabê dijminên me yên terorist. Li ser vê yekê me ji YPGê daxwaz kir ku navê xwe biguherin.Raymond da xûyakirin ku, piştî daxwaziya wan rojekî YPGê bersiva wan daye û gotine “ Em navê YPGê radikin û ji hir pêde navê me Hêzên Suriya Demokratik e.“Raymon ev wek helwestek akilane bi nav kir.Raymond berdewamiya axavtina xwe de got ku, di bin bandora PKKê de ew tucara nikarin li ser maseyekî rûnin. Lê piştî guhertina nav dikarin tevlî civînên wek Ceneve û Astanê bibin.

Back to top button