Nivîsar

Webalê dayîkan girane

Birêz Kurdistanî, wekî kû tê zanîn bi sedsalane zilm û zorîya dakirkeran bi dawî nabe! Ev jî tê wê wate yê kû em hinekî biponijin, diyare, çardî rewş û buyer,  em bifikirin gelo em têra xwe bihevgirtîne ? Em têra xwe xera hevdû dixwazin ?  Em bi hevdû dişêwirin ? Ka em çibikin û çawa jihevre bibin alikar? EM XWE XİLASKİN, Em behsa bûyerên çûyîn nakin, kû di coğrafya me de û di Erdnigarî yê de ji bilî Kurdan pêve bê dewlet û bê rumeti, hêj jî didome.

Hêj jî zorî û zehmetîyên bê hempa dijîn, çiqasî pêşve diçe zehmetir û dijwartir dibe jiyana Kurdan, bi mehane Şengalî perîşan û belengazin, erz namus, can li ber pîyên taşarona çu! Hêj Şengal safî nebubu, Kobanê liser danî, zarok û jinê Kurdan ketine rêyake bê hêvî, zarokên benç- şeş salî hewla  xilaskirina xwuşk û birayên xe dike, dayikan zarokên xwe bi xwe ve girêdane, cardî tî û pirçî li çolane û cardî erz û namus ketîye erdê.

Em serok û rêberê Kurdan jî ketine hesab û bazara : Ev ne welatparêzîye ! Çavê  gel li biryar û hewla xilaskirina welate.

Tu heqê çi partî û rêxistinan, tu heqê serok û rêberan tune vî gelî binpê bikin. Divêkû  pêşî li gelê xwe bifikirin. Ne roja hesab û hizbîtî yê ye, gel li ber pîyê dijminaye,  dijmin ! wekî gurê har êrîşî namusa Kurdan, xaka Kurdan canê Kurdan dike .

Rewşenbir û niviskar siyasetmedar  û rêvebir  ne xwuyane u destê xwe li masê naxin,  Gelê Kurdan hêvî dike ku nakokî ji nava rêvebiran derkeve û giranîya xwe bide çarenusê, çarênus çîye ?  bi yekîtî û bi hevkarî biryarê dendurîstî bê dayîn.

Peşmerge têkeve Kobanê, alîkarî ya Amerîka, Almanya,Firansa u hewd, bê pejirandin,  perwerdehîya şoreşê kirî Gerîlla û PYD bidin pêşîya wan û bihevre li enîya şerde  bi dijmin re şer bike xilasîya dijnim namine  dijmin dişkê, di encamê de encam çi dibe bila bibe, bê guman wucdanê rêvebir û partîyan jî hêsan dibe ku bi hevkarî, şer û şoreşê bikin, guneh û vebalê dayıka ku cesedê kurê xwe şuştîye  û binerd kirîye nakeve hustîyê wan wî çaxî dibe şer û herb  bê minetîye  hêvîya gelê Kurd,  ji Rêvebiran û siyasetmedaranre  heye ku bi tendirustî bifikire..

ZÎNÊ Amedî
DİYARBEKİR       

Back to top button