Polîtîk

Aramî û asayîş ji her tiştekî girîngtir e

 Di berdewamiya serdana xwe de bo bajarê Duhokê, bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîrên peywendîdar bi kirîza koçberan ve, digel walî û berpirs û rêvebirên saziyên emnî yê sînorê wîlayeta Duhokê civînek saz kir.

Di destpêka civînê de, waliyê Duhokê li ser rewş, erik û çalakiyên  saziyên ewlehiyê axivî  û got ku bi taybetî piştî hatina wê hijmara zêdeya penaber û koçberan û akincîbûna wan li deverên cudayên wîlayeta Duhokê kar û erikê ser milên saziyên emnî dijwartir û girantir bûye, ji sedema rewşa aloz  li ser tixûbên wîlayeta Duhokê digel Suryeyê û rewşa aloza emnî li wîlayeta Mûsilê hertim îhtîmala kiriyarên terorîstî heye û ji ber vê yekê jî saziyên ewlehiyê bi şev û roj di amadebaşiyê de ne.

Berpirsên saziyên ewlehiyê, di civînê de, behsa pêdawîstiyên hêzên polîs, asayîş û saziyên din weke; polîsê trafîkê û  bergiriya şaristanî  kir û ji bona di warê emnî de kontrola rewşê bikin tekîd li ser dabînkirina wan pêdawîstiyan kir. Parastina emniyeta deverek berfireh dikeve ser wîlayeta Duhokê bi tyabetî deverên madeya 140 ê û ew hemû kampên penaber û koçberan li wîlayetê hene wezîfeyeke giratir xistiye ser milên saziyên ewlehiya wîlayeta Duhokê.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya saziyên ewlehiyê kir û tekîd kir ku ew agadrî kar û çalakiyên saziyên ewlehiya bajarê Duhokê ye ku di vê rewşê de barê saziyên emnî girantir bûye, serokatiya civata wezîran digel aliyên peywendîdar lêkolîn û dûvçûneke hûr û cidî bo pêdawîstiyên saziyên ewlehiyê li wîlayeta Duhokê dike, bi taybvetî damezrandina stafên pêwîst bo saziyên ewlehiyê daku bikaribin wê devera berfireha dikeve ber tixûbê berpirsiyaraya wan biparêzin.

Serokwezîr got jî ku, kar û çalakiyên saziyên ewlehiyê yên Duhokê cîyê şanaziyê ne û dabînkirina aramî û asayîşê ji erkên herî giring e.

Back to top button