Cîhan
Amerîka li Suriye jî DAÎŞ bombebaran kir
Balefirên Amerîkî yên cengî li Suriye jî li DAÎŞê dan. Wek tê zanin eve çend rojin li devera Kobanê DAÎŞ êrîşê kurdan dike û 17 gundên kurdan vegirtin. Zêdeyî 100.000 kes ji ber êrîşên DAÎŞê reviyan û berê xwe dan Kurdistana Bakur.
Li gora daxuyaniyen rayadarên Tirkiye heta niha 130.000 kurd ji devera Kobanê ji sinor derbas bûne.
DAÎŞ nêzikî bajarokê Kobanê jî bibû. Armanca wan vegirtina Kobanê bû. Lê balefirên Amerîkî li devera Dêrezor, Raka (ku baregeha bingehîn ya Daîş e) û derdora Kobanê jî bombebaran kirin.
Lê gora agahdariyên ji nava Kobanê tên piştî ku balefirên Amerîkî DAÎŞ bombebaran kirî, hatina Bakur jî kêm bû. Herweha ew tirsa ku DAÎŞ bigihe bajarokê Kobane jî kêm bûye. Ji xwe ji Kobanê bi xwe jê gelek kes derbasî Bakur bûne.