Polîtîk

Wê rojek bê emê bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku dê mûçeyê karmendên hikûmetê were kêmkirin lê ew pişka tê kêmkirin dê li ba hikûmetê wek deyn bimîne. Herwiha got, îsal dibe sala çaksazî û nûgeriyê li Herêma Kurdistanê.Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, îro li Hewlêrê konferansek ji bo ragihandina plana xwe ya reformê li dar xist.Di konferansê de, ku heta niha jî didome, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubad Taleban jî gotar pêşkêş kirin.Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Fermanberên hikûmetê kêmtir li mûçeyê xwe pare verdigrin. Ya dimîne jî wekî deyn dimîne û di pêşerojde vê ji wanre bê wegerandin. Ev karê karê rêxistinkirinêye, ne awasaziya aboriye, ji ber ku birêxistin ji bo hewsengiya dahat û xercane. Daxwazamin ev tevdira teserûfê heta demekê berdewam bike, li gel awasaziyê em tevlihew nekin.”Nêçîrvan Barzanî rexne li Iraqê kir ji ber ku di demekî hêzên Pêşmerge gelek qurbanî di şer ê li dijî DAIŞê de dan alîkariyekî pir kêm ji hêzên Pêşmerge re kirin. Ji bo vê daxwaz ji welatên hevpeyman kir ku bi awayekî rastûrast û hîn aktîftir ji aliyê darayî we alîkariya herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bikin.Herwaha ragehan: “Gelê Kurdistanê hêviya xwe ji dostan û hevpeymanan eve piştîwaniya darayî zêdetir bikin.”Herwaha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: “Gelê Kurdistanê ez dizanim demekî zihmete, em soz didin ku emê bigehin armanc. DAIŞê emê têkbibin, pîşesaziya nû emê avakin. Birêkirina petrolê ji bo derve vê pêkbê. Civakekî dadperwer emê avakin. Rojek vê bê emê bibin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe. Serkeftin li ser lûtkeya çiya de hesan nîne. Lê daxwaza min pêkanîna wa û em li wê derê dijîn, ez bawerim û berxwebidin. Wek tîmekî ji bo em xewnên xwe pêk bînin.”  

Back to top button