Komisiyona Bilind a Hilbijartinan û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ew amade ne di dema kêmtir ji 5 mehî de referandoma serxwebûna Kurdistanê lidar bixin. Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Hindrên Mihemed derbarê amadekariyên bo li darxistina referandoma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da Rûdawê. Hindrên Mihemed ji Rûdawê re ragihand, eger jibo lidarxistina referandomê daxwaz ji wan were kirin, dema ku wan bo amadekariyan pêwîst e, kêmtirî 5 mehan dibe. Derbarê bûdce û xerciyên pêwîst bo lidarxistina proseya referandomê jî Mihemed got, komisyonê bo birêvebirina vê proseyê pêwîstî bi 30 milyon dolarî heye û da xuyakirin, ku bûdceya ku ji referandoma serxwebûnê re pêwîst e, ji bûdceya birêvebirina hilbijartinên giştî kêmtir e. Serokê Herêma Kurdistanê di civîna duh a ligel aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de cardin amaje bi birêvebirina referandomê bo diyarkirina çarenivîsa Herêma Kurdistanê kiribû. Li gor agahiyên Rûdawê, Barzanî herwiha ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re gotibû, pêwîste îsal û berî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, referandoma serxwebûna Kurdistanê were pêkanîn. Niha astengiya li pêşiya Komisyona Hilbijartinan a Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê bo lidarxistina referandomê, nabûna yasayeke taybet a derbarê referandomê de ye. Her ji berê wê yekê jî, di civîna duh a Barzanî û aliyên siyasî de daxwaza aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê hatibû kirin û bo wê mebestê komîteyek ji 3 aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Yekîgirtûya Îslamiya Kurdistanê hatiye pêkanîn. Ligel wê çendê jî, hêj komisyonê proseya damezrandina ofîsên xwe û karmendên pêwîst bidawî nakiriye. Serokê komisyonê Hindrên Mihemed jî dibêje, ew dikarin karmendan bi şêweyê girêbest damezrînin û bi vî awayî kêmasiya kêmiya karmendên xwe bo lidarxistina referandomê çareser bikin.