Nivîsar

Wan welatê me, Me mêjiyê wan dagîr kiriye!

Cemal BATUN

Ev nezîkê sed (100) salan in ku dagîrkeriyek dualî di navbeyna Kurd / Kurdistan û dagîrkerên Kurdistanê de tê jiyandin.

Wan welatên ku Kurdistan dagîrkirî: Suriye, Iraq, Îran û Tirkiye, jiyan li Kurd / Kurdistanê, lê herweha li gel / welatê xwe jî xeram kirin. Bûn astengiyên mezin li ber pêşkeftinên civatî, aborî yên welatê Kurdan û welatên xwe. 100 salan, nekarîn vîn a Kurd a ji bo azadiyê vemrînin, 100 salan nekarîn mêjiyek azadane, şaristanî jî bidin hevwelatiyên xwe!

Li gor agahiyên di destê me de: heta niha Dewleta Tirk ji bo xelandin (asimilasyon) a Kurd di nav ”nasnameya” sexte ya Tirk / Tirkiyetî de nêzîkê 30 rapor amade kirin e. Ev raporên qelandina nasnameyî ya Kurd, qaşo bi destên zanyar / ekspertên Tirkan ve hatine amadekirin. Yek xal stratejiya van hemû raporan bûye – herifandin, qelandin, wendakirin a Kurdan û Kurdistanê. Biqasî em zanin raporên weha yên yekalî û pirralî ji alî dewletên din ên dagîrkerên Kurdistanê ve jî hatine amadekirin. Di xalên van raporande: ji xelandina avahiya civatî ya Kurd heta wendakirina fizikî cîh digirin. Xwestin e: Kurdistaniyetê bi xeyalan, Kurdbûnê bi hovîtiyê re wekhev diyarbikin(!)

Piştî 100 salan rastî / pratîk a van kiryarên dewletên dagîrker li ber çavan in. Du welat: Suriye û Iraq –  hilweşiyan e / li ber hilweşandinê ne. Du welatên din: bi krîza pirsa Kurd / Kurdistaniyetê her roj di tevlîheviya jiyanî: aborî, siyasî, civatî, diplomatîk û heta çandî / kulturî de dijîn. Ango – jiyanek nîvmirinê dijîn!… Tirkiye ketiye nav aloziyek tevlîhev û ev tevlîhevî li Iranê hîn kurtirr e.

Baştirîn alternatîfên bi taybetî ji bo Tirkiye ku xwe wekî welatek rojavayî: modern / demokratîk binav dike –  Reorganizasyon a avahiya welat / dewletê: bi nasandina hemû mafên neteweyî yê gelê Kurd e. Di bîngeha xwe de: federasyonek sist, wekî nimûneya Herêma Kurdistana Iraqê ye. Alternatifek din li ber Tirkiye: bi hevkariya li gel Kurd / Kurdistanê li Başûr û Rojava, amadekirina pêkanînek referendumî, ku daxwazên gelê Kurd bi vîn û iradeya Kurdan nîşankirin e. Ev yek dikare li pêş Bakurê Kurdistanê û herweha Tirkiyeyê jî: asoyên nû vebike….

Ji bo Komara Islamî ya Iranê – pêşeroj tarîtir xuya dike. Krîza ku niha li Rojhilata Navîn tê jiyandin, dikare balê ji ser Iranê ji bo demek kurt bide aliyên din. Lê, ew her di rojevê de ye: ku pêşeroj ji Komara Islamî ya Iranê re di dinyayek şaristanî / modern de tune ye…

100 sal pêşkeftina civatî, asayî, şaristanî ya Kurd / Kurdistanê bi destê welatên dagîrker hate rawestandin. 100 sal mêjiyê wan jî, ji hêla rastî û tirsa Kurd / Kurdistanê ve hate dagîrkirin. Belayên ku anîn serê Kurdistanê, bi awayek din anîn ser miletê xwe jî….Her roja / dema derbas dibe dinya, herweha herêm û hevwelatiyên welatên dagîrker jî dibînin: Kurd bi dinamizma xwe ya xurt a demokrasî û şaristaniyê cîhê xwe di platforma cîhanî de distînin.

Ewr 100 salên din jî: nikarin roja azadiya Kurdistanê tarî bikin!….

Stockholm: 19 Cotmeh 2014
_________________________

Back to top button