Civak
Çek ji Hewlêr bir Kobanê
Hêzên Amerîkanî li Kobanê arîkarî gihandin hêzên kurd yên li dijê DAÎŞê şer dikin. Ev cara yekem e ku Amerîka eşkere dike ku arikariya leşkerî û mirovatî gihandî Kobanê û şervanên YPGê.
Hêzên ezmanî yên Amerika bi balefirekî C- 130ê arikariya desthilatdariya Kurdistana Başûr ya çekan bi rêya ezmanî gihand Kobanê.
Desthilatdariya Kurdistana Başûr hinek çek berhevkirin û ev çek bi rêya balefirek Amerîkî rêkirin Kobanê.
Amerîka ev nûçe rast kir û berpirsên Nawenda fermandariya leşkerî ev yek ragihandin.
Piştî arikariyê balefira Amerikî cardin vegeriya Kurdistanê cihê xwe.
Li gora agahdariyan heta niha hêzên azmanî yên Amerika û mutefikên wan 135 êrîş birine li ser çekdarên DAÎŞ li Kobanê.