Polîtîk
SHK ji bo alîkarîkirina Kobanê spasiya Amerika kir
Piştî wan hewldanên berdewamiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo palpiştîkirina Kobanê û Rojavayê Kurdistanê û her wiha biryara bombebarankirina baregeh û molgehên Da’îş li Kobanê ji aliyê hêzên hevpeymanan ve, berî sibehiya îro dûşem 20.10.2014 çek û teqemenî û hevkariyên Herêma Kurdistanê bi firokeyên Amerîkiyan ve gihîşte bajarê Kobanê. Serokayetiya Herêma Kurdistanê spasiya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka dike ji bo gihandina çek û teqemenî û hevkariyên Herêma Kurdistanê li rêya asmanê ve ji bo Kobanê, bo ku ew qehremanên li Kobanê bergiriyê dikin bikarin sûd ji wan çek û hevkariyan werbigrin. Serokayetiya Herêma Kurdistanê 20.10.2014