Polîtîk

SHK: Beyannameya YNK ji rastiyê dûre

Piştî wê yekê ku bi yarmetiya hêzên Amerîka me karî hevkarî çek û teqemeniyê bigihînin Kobanê, gelek bi mixabinî Mekteba Siyasiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê(YNK) beyannameyek li vî derbarî de belav kiriye û gelek ji rastiyan guheriye. Hêza dijî teror dezgeheke ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her dû hêzên dijî terora Hewlêr û Silêmanî ji wan çekan berê wan bûye wekî hevkarî û bi navê Herêma Kurdistanê û bi firokeyên Amerîkiyan ji Kobanê hatine şandin. Tekez li wê yekê dikin ew hevkarî bi navê gelê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê hatine şandin û hîç pêwîst nebû Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê li vê demê da vê muzayedeyê bike. Pêwîste jî ewe bê zanîn ku hemû xelkê Kurdistanê bi Kobanê ve peroş û mijulin neku tenê YNK. Her li vî derbarî de Wezareta Bergiriya Amerîka daxuyaniyek belav kiriye ku têda bi rûnî hatiye eşkere kirin ew hevkariyên ku firokeyên Amerîka gihandiyane Kobanê yê Herêma Kurdistanê bûye. Hêjayî gotinêye ew çek û teqemeniyên ku hatine şandin ji 21 tonan pêkhatiye û hemû li firokxaneya Hewlêrê hatiye bar kirin û bi 28 pereşût li ser Kobanê hatine avêtin. Serokayetiya Herêma Kurdistanê 20.10.2014

Back to top button