Polîtîk

Balyozê Fransî: Hun li şûna hemû cîhanê şer dikin

Berî nîvroya îro dûşem 20.10.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mark Barêtî Balyozê nû yê Fransa li Iraqa Federal û Alan Gîpxat Konsolê Fransa li Herêma Kurdistanê kir. Li hevdîtinê de ku birêz Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê amade bû, di destpêkê de Balyozê Fransa xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û ragihand ku rêz û silavên Serokê Fransa ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê aniye û piştî destbikarbûnê hewl daye li nêzîktirîn derfetê da serdana Herêma Kurdistanê bike bo ku peywendiyên başên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê pêşve bibin, daxwaz jî li Serok Barzanî kir nêrîna xwe û siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê rewşa niha ya Kurdistan û Iraq û navçeyê bixe rû bo ku wan berçavrûniyekî baştir hebê. Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina Balyozê nû yê Fransa kir û pîrozbahiya destbikarbûnê li erkê wî yê nû kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û bi navê xelkê Kurdistanê spasiya Serok û Hikûmet û gelê Fransayê kir ku li demên teng da bi kirdarî li gel gelê Kurdistanê rawestan û rola pêşrewaneya Fransa jî ji bo handana welatên Ewrûpa ya ji bo yarmetiyên Kurdistanê bilind nirxand. Di derbarê rewşa bereyên ceng Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku her çende Pêşmerge li ruyê pirçekkirinê ve ablûqe danîbûn ser, lê belê em rûbiruyê dewletekî terorîstî ya pirçek buyîn ku çekê dû welatên Sûriye û Iraqê ketibûn destê wan, ji bilî wê jî Pêşmerge karî zû taktîka terorîstan bizanê û rê li pêşkatina wan bigrê û li çendîn navçeyan da paşve vekişiyan û niha zêdetirê ew navçeyên terorîstan dagîr kiribûn ji aliyê Pêşmerge ve hatine azad kirin û ew cîhên mane jî têne azad kirin. Serok Barzanî eve jî ragihand ku niha terorîst li Iraq û Suriye rûyê şerê xwe guherîne û tenê dijî Kurd şer dikin, tenê ji aliyê Kurd ve jî têne têkşikandin. Serok Barzanî tekez jî kir ku tenê kirdara serbazî ji bo şikandina Da’îş ne bese û pêwîste çavkaniyê darayiyên wan bêne hişk kirin û rêya hatina terorîstan jî li nav wê rêxistina terorîstî bê girtin, her wiha rê nedin êdî axa Suriye wekî cîheke veşartinê û navçeyekî aram ji bo Da’îş bimîne. Balyozê Fransa li Iraq ji bo rûnkirinê spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku têbîniyên Serok Barzanî ji bo Fransa gelek girîngin û berçavrûniyekî baştir dide wan, her wiha spasiya Pêşmerge kir ku qehremanane dijî terorîstan şer dikin û ragihand: Şerê Kurdistanê li dijî Da’îş, neku tenê ji bo Iraq û navçeyê, belku ji bo hemû cîhanê girînge û hun li şûna hemû cîhanê şer dikin. Her li vê hevdîtinê de Balyozê Fransa ronahî xiste li ser çalakiyên siyasî û civakî û aborî û kulturiyên Konsolxaneya Fransa li Hewlêr û Enstîtu û kompanyayên Fransa li Kurdistanê û ragihand ku Fransa dixwaze li hemû astan da peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê berev pêşve bibe. Behskirina proseya siyasî li Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû û peywendiyên Herêm û Bexda mijareke dinê vê civînê bû.

Back to top button